ŞENGAL - Her ku diçe nerazîbûn û bertekên gelê Êzidî yên li dijî biryara dadgeha Mûsilê ya darvekirina xortê bi navê Xalid Şemo zêde dibin. Bi rojan e gelê Şingalê û dostên wan li ser piya ne û vê biryarê bi tundî şermezar dikin.
Beriya çend rojan dadgeha Mûsilê di derbarê ciwanên Êzidî yê bi navê Xalid Şemo de biryara darvekirinê dabû. Ji wê rojê ve bertek û nerazîbûnên civaka Êzidî yên li dijî vê biryarê didomin. Civaka Êzidî bi biryardarî çalakiyên xwe yên li dijî vê biryara çewt didomînin. Berpirsyara Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê tevlî bernameya Radoya Dengê Çira Şingalê ku Nesrîn Şengalî pêşkêş dikir û. Çûkê der barê rewşa Şingalê, biryara dadgaha Mûsilê ya derheqê Xalid Şemo Ferhan, zor û zehmetiyên xelkê Şingalê, vegera li cih û warê wan hwd gelek mijar nirxandin. Çûkê bal kişand ser rewşa Şengalê û got: “Rewşa Şengal niha ji sala 2016 û 2017’an baştir e û aramî jî bitir e. Ji ber ku dema pêşmergên herêma Kurdistanê li Şingalê bûn, nêzîkî 61 bûyerên veşartî çêdibûn û heta niha jî kesî hesab ji wan nexwestiye. Lewma jî em dibînin ku niha rewşa Şingalê ji wê demê baştir e.”
'TU BAWERIYA ME BI HIKÛMETA IRAQÊ TUNE YE'
Çûkê, ji bo hikûmeta Iraqê û xemsariya wê ya li hemberî gelê Şingalê rexne kir û wiha got: “Ti hêvî û baweriya me bi hikûmeta Iraqê nîne. Me ders ji fermana 3’ ê Tebaxa 2014’an girtiye û em dizanin ji bo xelkê Şingalê tiştekî jî nake. Divê em xelkê Şingalê bibin yê xwe û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber ku em nikarin barweriya xwe bi dewleta Iraqê bînin. Lewma jî divê ji her kesî bêtir li xwe û axa xwe xwedî derkevin. Divê em li benda ti kesî nemînin ji ber ku em dizanin gava em ji xwe re nekin em ê ji her tiştî bêpar bin. Di rojên reş de hikûmeta Iraqê em bê parastin hiştin û çûn. Lewma jî niha em nikarin hêvî û baweriya xwe bi wan bînin.”
'JI XEYNÎ ŞENGALÊ TU DER JI BO ME NABE WARÊ JIYANÊ'
Çûkê der barê vegera xelkê Şingal de jî wiha got; “Heta ku xelkê me vengere ser axa xwe wê her roj rewşa me girantir be. Xelkê me ne ji ber xizmetgûzarî venagre cihê xwe, ji meselyên siyasî venagerin. Ji bilî Şingalê ti derî ji bo me jiyan nîne, cih û warê me axa Şingalê ye. Gundên vala çênabe bê mirov, bi vegera mirovan li ser axa wan jiyan jî vedigere. Ger ku em xwe li axa xwe nekin xwedan em ê bêwar bimînin. Dema ax diçe namûs jî diçe, axa me rûmeta me ye, bê axa xwe em li kur bin jî ti wateya jiyanê ji me re nîne.”
Çûkê bertek nîşanî biryara dadgeha Mûsilê ya darverkirinê ku ji bo ciwanê Êzidî Xalid Şemo da wiha axivî: “3’ê Sibata 2017’an Xalid Şemo bi tuhmeta ku yek ji êşîra Gergerî li Zumarê kuştiye, hikûmeta herêma Kurdistanê girtiye û piştre radestî hikûmeta Iraqê kiriye. Tevî ku şahid û delîlên Xalid hene ku wî bûyer nekiriye jî, dadgeha Mûsilê biryara darvekirinê daye. Em wekî gelê Êzidî vê biryarê şermezar dikin û qebûl jî nakin. Ev bi planekê siyasî ye hatiye kirin. Hikûmeta hermêma Kurdistanê dikare vê meselê bi sanahî jî çareser bike. Ji ber ku 3’ê Sibata 2017’an li gel wan bi xwe bû. Lê mixabin dîsa ew jî bêdeng in. Divêya bû ev kesên ku biryarên wiha didin ew bi xwe hatibana dadgehkirin.”
Çûkê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi sedan kesên ku destê wan di xwîna Êzidiyan de heye niha li Kurdistan û Iraqê dijîn. Lê darvekirin li aliyekî, di derabarê yekî de jî biryara girtinê jî nayê dayîn. Her kes dizane ku Xalid Şemo bêguneh e û ev biryar ne biryareke rast e. Lewre divê dadgeha Iraqê dev ji vê biryara xwe ya şaş berde.”
Çûkê, diyar kir ku wê heta dawiyê li dijî vê birayara şaş têkoşîn bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke gelê Êzidî heta ku yek ji me hebe, em dest jê bernadin û em ê Xalid Şemo bi tenê nehêlin. Ji ber ku ev mesele ne şexsî ye. Îro Xalid Şemo ye, sibe yekî din e. Di şexsê Xalid Şemo de vîna hemû civaka Êzidî tê armanckirin. Lewma jî divê gelê me li hemberî listokan şiyar bin û li dijî vê biryara dadgeha Mûsilê hemû gelê Êzidî xwedî yek helwest bin û xwedî li xwe derkevin.”