STENBOL - Komele û enstîtuyên ku li gel hemû tundî û qedexeyan ji bo parastin û pêşxistina kurdî xebatan meşandin, peywira laboratûvarê dîtin. Serkêşiya van saziyan jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku bi KHK'ê hat girtin dikir.
Li gorî Atlasa Zimanan a Cîhanê ku Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) amade kiriye, li seranserê Cîhanê ji ber polîtîka û bergiriyên ku nayên girtin, nêzî 2 hefteyan carekê zimanekî winda dibe. Li gel vê yekê jî gelek ziman li dijî polîtîkayên dewletên neteweyî yên tekperest hebûna xwe berdewam dikin. Yek ji van zimanên ku bi eks hebûn û zindîbûna xwe didomîne zimanê kurdî ye. Li gel dagirkirina xaka xwe jî kurdan bi erdnîgariya xwe ya çiyayî hebûna xwe parastiye. Di vê parastinê de roleke girîng a çîrokbêj û dengbêjan heye. Çîrokbêj û dengbêjan êş û serboriyên kurdan bi bi devkî vegotine, jiyanîbûna kurdî pêk anîne û bîreke dîrokê dane avakirin.
LABORATÛVARA KURDÎ
Di salên dawîn de yek ji saziyên ku li gel hemû tundî û qedexeyan jî ji bo parastin û pêşxistina kurdî xebatan meşandin, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye ku di 18'ê Nîsana 1992'an de vebû. Enstîtuyê bi xebatên xwe yên nivîskî û devkî, ji bo kurdî peywira laboratûvarê dîtiye. Ji ber vê sedemê, di 31'ê Kanûna 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. Peywira esntîtuyê, îro Komeleya Lêkolînên Kurdî ku ji aliyê komek perwerdekaran ve hatiye vekirin, girtiye ser milên xwe.
Perwerdekarê Komeleya Lêkolînên Kurdî Bîlal Yildiz, têkildarî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê axivî û diyar kir ku enstîtuyê ji bo parastina û pêşxistina çanda kurdî kevirê pîvangê bûye û ev tişt got: "Bi xebatên ku di bin banê enstîtuyê de hatin kirin, dewlemendiya çanda kurdî derketiye holê. Li seranserê Cîhanê, ji ber polîtîkayên tekperest ên netewdewletan, gelek ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ev polîtîka li Tirkiyeyê jî di dewrê de ne. Ji bilî kurdî ji zimanên din re mafê jiyanê nayê nasîn. Ji ber vê yekê ji bilî tirkî zimanên din li Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Zimanê kurdan jî tê qedexekirin."
BEND HATINE KIŞANDIN
Yildiz, anî ziman ku armanca hêzên serwer ew e ku bi tunehesibandina ziman koka nîjadan biqelînin û wiha got: "Heke tu zimanekî tune bikî dê tuyê wî neteweyî jî tune bikî. Li Tirkiyeyê ji ber Pirsgirêka Kurd, bend li pêşiya çand û zimanê kurdî hatine kişandin. Ev jî rengekî qirkirinê ye. Heke piştî çend salan kesekî ku bi kurdî nepeyîve nemîne dê tu derdekî dewletê bi kurdan re nemîne. Ji ber vê yekê zane bi sirar vê polîtîkayê dimeşîne. Lê li gel vê yekê jî bi têkoşînê kurdî hebûna xwe heta îro jî domandiye. Hebûna kurdî encama çanda berxwedanê ye."
Di dawiya axaftina xwe de Yildiz, destnîşan kir ku zimanê kurdî nemiriye û ev tişt anî ziman: "Dewlet ji bo windanebûna zimanan bergiriyan nagire. Kurd jî zimanê xwe bi rêya komele, akademî û enstîtuya hîn dikin. Bi armanca ku kurdÎ nemire qurs tên dayîn û xebatên akademîk tên kirin. Ev tiştên gelek girîng in. Lê tiştên ku em dikin van pirsgirêkan çareser nakin. Sazî û komele çareseriya mayînde pêk naynin. Tenê em pêşî li windabûna ziman digirin. Ji ber vê sedemê ne tenê ji bo kurdî, ji bo hemû zimanan perwerdeya zikmakî maf e. Em bang li rayedaran dikin ku di vê mijarê de berpirsyar tevbigerin."
MA / Naci Kaya