ANTALYA - Girtiya nexweş Terfa Akçin, ji ber rewşa wê ya tendursitiyê hat berdan.
Girtiya nexweş Terfa Akçin ku di Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de dima, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Antalyayê danişîna wê ya navberê hat lidarxistin. Dadgehê, nexweşîna Akçinê û rewşa wê ya tenduristiyê esas girt û ew berda.
Di meha Sibatê de Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'a Antalyayê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi Akçinê re hevdîtin çê kiribû û rapora der barê wê de bi raya giştî re parve kiribû.