ANTALYA – Li navçeya Manavgatê Halît Yilmaz ji ber deynê xwe yê bankayê întîhar kir. Yilmaz nivîsa “Ez nikarim deynê xwe bidim” li pey xwe hişt.
Ji ber sedemên krîza aborî û tengaviya debarê bûyerên întîharê di demên dawî de zêde bûne. Bûyerek din a întîharê li van bûyeran zêde bû. Piştî bûyerên întîharê yên li Cizîr û Enqereyê li navçeya Manvgata Antalyayê Halît Yilmaz ê bavê du zarokan ji ber deynên bankayê întîhar kir.
Yilmaz nivîsek ango nameyek li pey xwe hişt. Nivîs wiha ye: “Ez ji ber deynên bankayê û pirsgirêkan pereyan ku 26 hezar ji bo Denîzbankê û 450 TL jî ji bo Fîbabankayê deynê min heye û nikarim bidim dawî li jiyana xwe tînim. Ez ji kesî ne xeyîdime. Bila her kes heqê xwe helal bike. Dawî. Halît Yilmaz.”