ENQERE - Mamosteyê Matematîkê Înan Avşar ku li dibistanake taybet dixebitî, întîxar kir. Avşar, rojek beriya întîxara xwe, dîmenek parve kiriye û gotiye ku gelek têkoşîn daye û pergala perwerdeyê û saetên zêde yên xebatê rexne kiriye.
Li semta Batikentê ya Enqereyê, mamosteyê Matematîkê Înan Avşar ku 15 sal in mamostetiyê dike, piştî ku dîmekî xwe li ser medya civakî weşand, di wesayîta xwe de bi çekê întîxar kir. Avşar, rojek beriya ku întîxar bike, li ser YouTubeyê dîmenek weşand û têde ev tişt dibêje: "Zarokên xwe neşînin dibistanê. Serê zarokan dişon. 15 sal in mamoste me. Bi hezkirin ketim vî karî. Bavê min jî mamoste bû. Min ji zarokan gelek tişt hîn kir. Lê min ferq kir ku dibistan girtîgeheke bazarî ye. Zarokan hînî pergaleke tewşo mewşo dikin. Êdî nikarim li rûyê zarokan binêrim."