NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Omur K., yê 57 salî dawî li jiyana xwe anî. Li Îzmirê di nava 4 rojan de 2 kesan dawî li jiyana xwe anîn.
Li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê welatî Omur K., yê 57 salî li Îstasyona Metro ya Demîrkopru xwe avêt ser şîşa trênê û dawî li jiyana xwe anî. Omur K. piştî otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya Saziya Tipa Edlî ya Îzmirê.
Li Îzmirê di nava 4 rojan de 2 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Di 15'ê Sibatê de li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê Î.A., yê 24 salî dawî li jiyana xwe anîbû.