ENQERE - Li navçeya Çûbûkê Abdullah T. hevjîna xwe kuşt.
Li navçeya Çûbûkê ya Enqereyê, jina 35 salî Şukran T. ji aliyê hevjînê xwe Abdûllah T. ve hat qetilkirin. Polisan, Abdûllah T. ku li fabrîqeyekê dixebitî, têkiliya wî ya bi bûyerê re tespît kirin û ew binçav kirin. Hat hînbûn ku Abdûllah T. di îfadeyên xwe de li xwe mikur hatiye ku hevjîna xwe qetil kiriye.