* Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray têkildarî komeleya wêjeyê axivî. Yaray, destnîşan kir ku heta niha kîjan ziman bûya dê li dijî zext û zordestiyan têk çûbûya û got: “Ji ber ku zimanê kurdî xurt û dewlemend e li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi sedan sal in li ser piyan maye.”
* Gelên ku li Tirkiyeyê zimanê wan ji ber nefermî ye ketiye asta kêmariyê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bal kişandin ser polîtîkayên ziman. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Apoyevmatînî ku hêjmara wê ya ewil di sala 1925'an de derket, Mihail Vasiliadis, li dijî po lîtîkayên yekperest got: “Hevî û hesreta me ewe ku bêyî li serhêjmarê binerin, ev welat bibe welatê ku hemû gel azad bi zimanê xwe di axivin."
* Parêzer Ebrû Demîrtepe, der barê "efûya ji bo kiryarê îstismara zayendî" de ku berpêşî meclîsê hat kirin got: "Kîjan parlementerê îqtîdarê dikare biparêze ku mexdûra hatiye îstismarkirin bi kiryar re bizewice?"
* Wê HDP, di 23'yê Sibatê de, di Kongreya Asayî ya 4'an de dest bi serdema xwe ya nû bike. Wê HDP, bi kadroyên xwe yên nû stratejiya "Rêya Sêyem" ku xwe dispêre perspektîfa "Tirkiyebûnê" û "Îtifaqa Demokrasiyê", mezintir û dorfirehtir bike.
* 103'emîn danişîna doza cînayeta Rojnamger û Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn dadgeha cezayên giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)
* Hewldana Sendîkaya Teqawîdan a Demokratik a Stenbolê, bi bonya buhayê ragihandin, ceyran, av, xaza xwezayî û zexîreyan şermezar bikin dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)