AMED - Polîsan serê sibê bi ser mala Rojnameger Hakki Boltan de girtin û ew li malê binçavkirin. Polîsan di heman saetê de bi ser mala Rêveberê HDP'ê yê Amedê Abdurrahim Alçîçek de jî girtin û Alçîçek jî binçav kirin.
Yekîneyên polîsan serê sibê bi ser li Navçeya Rezan a Amedê bi mala Rojnameger Hakki Boltan de girtin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî li mala Boltan lêgerîn kirin. Hakki Boltan li malê binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Têkildarî hinceta binçavkirina Boltan de agahî nehatin bi destxistin. Li Navçeya Yenîşehîr a Amedê jî polîsan bi ser mala Rêveberê HDP'ê yê Amedê Abdurrahim Alçiçek de girtin û ew jî binçavkirin.