ÎZMÎR - Li Îzmîrê, ji bo yên di çalakiya daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin de hatibûn binçavkirin, 5 meh cezayê girtîgehê birîn.
Polîsan mudaxeleyî çalakiya bi pêşengtyiya Federasyona Sendîkaryên Kedkarên Civakî (KESK), Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egtîm Sen) a Şaxa Îzmîêr û Komeleyên Elewî ku sala 2015’an ji bo perwerdehî bi zimanê dayikê bê lidarxistin, kiribûn. Piştî wê di derbarê 90 kesên hatibûn destgîrkirin doz hatibû vekirin.
Di rûniştina 15’an a rojên borî li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliyê ya Îzmîrê hate kirin de, biryar derket. Dadgehê ji bo 90 kesan cuda cuda 5 meh cezayê girtîgehê birî.