STENBOL - Ji hevalên xwendekarê refa 4’emîn a Beşa Rodya-Televîzyon a Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr ê xwe kuşt Bêrîvan Tekîn, diyar kir ku ew baş dizanîn ku, ev ne xwekujiye, cînayet e.
Hevalên xwendekarê refa 4’emîn a Beşa Rodya-Televîzyon a Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr ê ji ber pirsgirêkên debarê xwe kuşt, bibîr anîn. Xwendekarên li ser banga Kovara Seruven a li aliyê xwendekarên zanîngehê ve tê weşandin kom bûn, li ber Fakulteya Ragihandinê daxuyanî dan çapemeniyê û Taşdemîr bibîr anîn. Gelek xwendekar û hevalên Taşdemîr ê refê beşdarî bîr anînê bû. Di bîranên de pankarta “Emê kefenê bêpêşerojiyê biçirîn in” hat vekirin û xwendekaran dowîzên “Ev ne întîxare, cinayete” û “Emê fatûreyên krîzê bi canê xwe nedin” vekirin. Xwendekaran bê navbera dirûşmeya “Emê Beyazît Hakan ji bîr nekin” berz kirin.
‘KRÎZA ABORÎ, ÎNTÎXARAN PÊŞ DIXE’
Hevalê Taşdemîr ê dibistanê Bêrîvan Tekîn, daxuyanî da û wiha got: “Krîza aborî belav dibe. Her roja diçe ev kirîz girantir dibe. Di vê pêvajoyê de hema bêje her roj mirov întîxar dikin. Ev întîxar ne takekesiye. Hemû mirovên ku nikarin debara xwe bikin, nikarin deynên xwe bibin û ji bo pêşerojê tu hêviyekê wan nemaye, întîxarê weke çareserî dibînin. Ji ber krîza heyî hevalekê me jî dawî li jiyana xwe anî. Em baş dizanîn ku ev ne xwekujiye, cinayet e. Yên ku krîza aborî ava kirin, bi milyonan pere dan holdîng û şîrketên mezin. Bi mîlyonan TL dan weqfên Ensar û oldar. Niha jî dixwaze fatûreya van peran bi karker, kedkar û xwendekaran bide dayîn.”
Tekîn da zanîn ku, berî demekê xwendekara bi navê Sîbel Unlî jî xwe kuşt û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê weke xwendekarên zanîngehê, teslîmî pergala kapîtalîzmê ya bû sedema jiyana hevalên men nebin. Emê tu carî hevalên xwe Sîbel Unlî û Hakan Taşdemîr ji bîr nekin.”
Biranîn, piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.