ÊLIH – Bajarê dîrokî Heskîf di bin avê de dimîne. Peywendiya Heskîfê û rêya bejahiyê qût bû. Çûyîna Heskîfê êdî qedexe ye. Kesê bixweze biçe aliyê din ê Heskîfê dê bi kelekan biçe.
Li gorî daxuyaniyên fermî li Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê hat avakirin kota avê ji 78 metreyî bihûriye. Ji ber barîna rojên dawî ya berf û baranê pengara avê bilind bû. Heta niha herî kêm 50 gund di bin avê de mane. Eraziyên hin şêniyên herêmê jî di bin avê de man.
Hindik maye ku av Pira Heskîfê ku navenda navçeya dîrokî û Êlihê digihîne hev jî biqelibe. Hema bêje lingê pire bi tevahî di bin avê de mane. Hindik maye ku av bi ser pirê de biqelibe. Li gorî daxuyaniyên ku rayedar didin ji îro şûnve rêya Pira Heskîfê ango rêya bejahiyê ji çûnehata wesayît û welatiyan re hatiye girtin.
RÊYA GUNDAN JÎ HAT GIRTIN
Rêya bejahiyê ya ku beriya çend rojan jî ji çûnehatê re vekirî bû û vê rêya di nava gundên Zaxora, Zeriyê û Şikeftan de diçe beşek wê di bin avê de ma. Pengara avê ji gundê Şikeftan bihûriye û gihîştiye ber Pira Hilawistî ya nêzî gundê Şikeftan. Tê payîn ku ev Pira Hilawistî ku cihê geştiyaran bû di demek kin de bi temamî di bin avê de bimîne.
ÊDÎ ÇÛYÎNA HESKÎFÊ QEDEXE YE
Her kêliya ku diçe av pengar dide û lê welatî hêj tên serdana Heskîfê. Navenda Heskîfê bi temamî hat valakirin. Ji ber ku hindik maye av bi ser Pira Heskîfê ve biqelibe û bi boneya rê li ber talûkeyê vedike bi temamî ji çûnehatê re hat girtin.