AMED – Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd dijîn. Lê Kurd li Tirkiye nikarin bi zimanê Kurdî perwerde bibînin. Hêj zimanê Kurdî ne fermî ye. Heta niha gelek ji ber fêrî ziman dibin û ziman fêr dikin tên binçavkirin, girtin û cezakirin. Li aliyê din jî gelek caran, rayedarên hikûmetê bi Kurdî propaganda xwe dikin. Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku dê qedera Kurdî Kurd diyar bikin û wiha got: "Ji bo ve yekê jî divê Kurd bibin xwedî Statu û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê."
Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra bingehîn, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Li aliyê din, Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ilan kir. Ji wê salê heta niha 20 salin ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan li dar dixin. Lê li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya Kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li ser tevahiya cîhanê tê gotin ku nêzî 7 hezar ziman tên axaftin û 5 hezar çandên herêmî heye. Di nava welatê cîhanê de, herî zêde li Papua Yeni Gine pir zimanî heye û pir zimanî tê axaftin. Li Yenî Gine ku nifûsa wê 8 milyon mirov e, nêzî 800 ziman tên axaftin. Edîtorê Atlasa Zimanên Dibin Talûkeyê de yên Cîhanê yê UNESCO Chris Molesey, timanên herêmî wekî zimanên ku ji destpêka nivîsandina dîrokê heta niha yên tên axaftin pênase dike.
Piştî NY'ê di 21'ê Sibata 2000'an de wekî Roja Zimanê Cîhanê îlan kir, Kurdan jî piştî 2000'an ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dest bi xebat û kampanyayan kirin. Bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê û xwendekarên dibistana seretayî û lîse daxwazname dan midûriyeta perwerdehiyê û Wezareta Perwerdehiyê. Piştî demek dirêj saziyên Kurdî-Der hatin vekirin û Kurdan dest bi Kursa zimanê Kurdî kirin. Lê vê yekê dirêj neajot. Piştî demekê dîsa hemû saziyên xebata ziman dikin hatin girtin. Li Tirkiyeyê ji ber vê xala Destûra Bingehîn, zimanên Kurdî (Soranî, Kirmancki, Kurmancî û Hewramî) Erebî, Gurcî, Lazî, Adigeyî, Boşnakî jî di navde 35 zimanên din ku li Tiriyeyêyê tên axaftin li dibistanan wekî zimanê fermî nayên qebûlkirin û welatiyên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye nikarin bi zimanê xwe werwerde bibin. Li gorî parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê ji sedî 20- %25’an ji xeynî Tirkî bi zimanên xwe yên zikmakîdi axivin. Ger ku ev ziman nebin zimanê zikmakî û nebin zimanê perwerdehiyê dê wekî zimanê Ubihcî tune bibin. Li Tirkiyeyê zaravayê Kurdî Kirmancî û nêzî 18 ziman li ber tunebûnê ne. Zimanê Ubik, Mlahso û Yunaniya Kapadokî li ber tunebûnê ne. Dîza zimanê Hertevin û Mlahso û ji malbata zimanê Suryanî Turoyo, Ladino û Gagavuzca, Romanca, Ermenîkiya Rojava, Hemşînî, Lazî, Yunayiya Pontusî, Abazayî, di talûkeyê de ne. Dîsa zimanê Adigece, Abhazca, Kabar-Çerkes li ber tunebûnê ne.
Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê Tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene, lê Kurdî hêj qedexe ye. Li aliyê din jî rayedarên hikûmetê her dem li ser ziman propaganda xwe dikin. Her çend di 2009'an de bi TRT 6 weşana kurdî kirin jî li gorî polîtîkaya xwe naverok diyar kirin. Dîsa her çend destûr da ku Kurdî Der bê vekirin û Qursên Kurdî bidin jî di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên Kurdî girtin. Hemû weşanên Kurdî girtin. Dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger, dibistana Dayika Uyewş û dibistanên din ên Kurdî girtin. Rojnameya Azadiya Welat ku tekane weşana kurdî dikir girtin. Enstituya Kurdî ya Stenbolê girtin. Li Sakaryayê Kadir Sakçi (43) ji ber bi kurdî axivî hat kuştin û kurê wî Burhan Sakçi (16) bi giranî birîndar bû. Dîsa li Sakaryayê Şirin Tosun di sala 2019'an de ji ber bi Kurdî axivî kuştin.
Piştî OHAL bi dawî bû Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman (MED DER) hat vekirin û piştî 4 salan dîsa dest bi xebatên Kurdî kirin. Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê hat avakirin. Dîsa Tora Çand û Ziman a ji gelek nivîskar, rewşenber, hunermend, rojnameger û hiqûqnasan pêk tê hat avakirin.
PROF. ORAN: ASTENGÎ LI PÊŞ KURDÎ TUNE KU BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ
Profesorê Dadgeha Destûra Bingehîn Baskin Oran diyar kir ku li pêş perwerdehiya Kurdî astengî tune û wiha got: "Her çend ne pêkan be ku Kurdî wekî "Zimanê Zikmakî yê Perwerdehiyê" bê dîtin jî, Kurdî dikare bibe ‘Zimanê perwerdehiyê". Prof. Oran, anî ziman ku Zimanê zikmakî cuda ye û Zimanê perwerdehiyê cuda ye û wiha got: "Xala 42’an a Destûra bingehîn wiha dibêje; "Di saziyên perwerdehî û hîndekariyê de, ji xeynî zimanê tirkî, bi tu zimanên din wekî zimanê fermî bi welatiyên Tirk nayê xwendin û fêrkirin." Li gorî vê xalê Kurdî wekî "Zimanê zikmakî yê perwerdehiyê" nayê dayîn. Lê dikare bibe zimanê perwerdehiyê. Dikarin saziyên bi zimanê Kurdî, Çerkesî, Erebî û hwd vekin û ziman fêr bikin. Bi peymana Lozanê perwerdehiya Zimanê Zikmakî ya Kurdî bi sînor kirin."
TAN: DIBÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ
Zimanzan û Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan jî diyar kir ku dê qedera Kurdî Kurd diyar bikin û wiha got: "Ji bo ve yekê jî divê Kurd bibin xwedî Statu. Niha astengiya li pêş Kurdî ya herî mezin bê statuya Kurdan e. Niha jiyan bûye bi Tirkî. Niha baweriya ku "Kurdî kêrî tiştekî nayê" pêş dixin. Ev yek bandora neyînî li ser Kurdî dike. Divê berî her tiştî Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî anî ziman ku yek ji astengiya li pêş ziman polîtikaya dewletê ye ya din jî nêzîkatiya gelê Kurd a li hemberî ziman e û wiha got: “Ger ku gelê me li zimanê xwe xwedî derkeve û wekî nasnameya xwe bibîne, wekî sedema hebûna xwe bibîne wê demê dê Kurdî pêş bikeve. Dîsa ger ku siyasetmedar qîmet bidin ziman û siyasetê bi Kurdî bikin dê Kurdî pêş bikeve. Lê ger ku Kurd û siyasetmedar li Kurdî xwedî dernekevin dê Kurdî têkeve rewşek xerab."