WAN - Li Wanê mamosteyên dersa zimanê Kurdî didan zarokan beraet kirin. Mamoste Şevket Acar ku 5 mehan girtî ma û hat berdan, diyar kir ku ji ber wan girîngî dida Kurdî, xwestin xebatên wan dijzagonî nîşan bidin.
Li Wanê di 27'ê Mijdara 2018'an de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" Hevserokê Komeleya Lêkolînên Huner, Çand û Ziman (DÎSA-DER) Naîm Ozden, mamosteyên Zimanê Kurdî Şevket Acar, Dîlber Akin, Mîzgîn Denîz, Gulsum Bilge, Ferhan Yeşîl û Celal Soguk hatin girtin û piştî 5 mehan girtî man serbest hatin berdan. Mamosteyên Kurdî piştî hatin berdan ji dozê beraet kirin.
ZAROKAN: MAMOSTEYAN ABC FÊRÎ ME DIKIR
Heyeta dadgehê, têkildarî îdîaya dozger a "Bêyî destûra fermî bi navê perwerdehiya pêşdibistanê bîrdoziya rêxistinî fêrî zarokan dikir" diyar kir ku delîl têr nakin û bi vê yekê nikare bi rêxistinê re têkiliya wan çêke. Dadgehê di biryarê de anî ziman ku di lêpirsînê de li hemberî pirsa 'Mamosteyên we çi fêrî we kir' ku ji zarokan hatiye pirsîn, zarokan bersîva 'Mamosteyan ABC fêrî me kiriye' daye û dema vê yekê li ber çavan digire pêdivî bi lêpirsînê tune ye. Dadgehê anî ziman ku di parastina bersûcan û lêpirsînê de tu delîl û materyalên ku fikra rêxistinê fêrî zarokan dikin nehatiye dîtin û bi fermana rêxistinê tev negeriya ye û biryara beraetê da.
Mamosteyê Kurdî Şevket Acar ê 5 mehan girtî ma û hat berdan jî, biryara dadgehê nirxand û wiha got: "Beriya qeyûm tayîn bike di bin baneyê şaredariyê de Kreşên Kurdî hatin vekirin. Me li wan kreşan perwerdehiya Zimanê Kurdî dida zarokan. Piştî kreş hatin girtin, malbatên zarokan ji me xwest em perwerdehiyê berdewam bikin. Me jî li gorî derfetên xwe hefteyên çend saetan bi dildarî Qursa Kurdî da. Piştre em hatin binçavkirin û hatin girtin. Dema em di bin çavan de bûn zarok jî binçavkirin û xwestin sûc li ser me ava bikin. Em bi mehan girtî man. Piştî demekê dadgehê em beraet kirin. Dema em hatin binçavkirin û girtin medya hawiz kaos ava kir û bi sernavê 'Yên li ser navê rêxistinê perwerde dan hatin girtin' nûçe çêkirin. Xwestin bi vê yekê rê li pêş perwerdehiya Kurdî bigirin. Yên ku perwerdehiya Kurdî bigirin jî wekî karê dijzagonî dikin bidin nîşandan. Bi vê yekê xwestin perwerdekaran ji perwerdehiyê dûr bixin. Xwestin fêrbûna ziman û fêrkirina ziman wekî sûc bidin nîşandan. Sedema vê yekê ji ber nêzîkatiya meya Kurdî ye. Yên eleqeyê nîşanî ziman didin dixwazin wan wekî endamê rêxistinê nîşan bidin. Li tu derê cîhanê tiştekî wisa nehatiye dîtin. Em û zarok tev mexdûr bûn."
MA/ Adnan Bilen