ŞIRNEX - Reşît Îlhan ji Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê zext û zoriyên li wan tên kirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Dayik Ayşe Îlhan ku herî dawî 6 meh berê kurê xwe dîtiye, anî ziman ku ji bo hevdîtinekê saetekê, 745 kîlometre rê diçe.
Reşît Îlhanê 26 salî ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopî ya Şirnexê de hat girtin û 36 sal ceza lê hat birîn, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê ragihand. Îlhan, bilêv kir ku 4 sal in mafê wan ên civakî hemû hatine qedexekirin û zext û zor li wan tên kirin. Îlhan, diyar kir ku pirtûkan nadin wan û kargoyên ku malbatên wan dişînin jî teslîmî wan nayên kirin.
Dayik Ayşe Îlhan (50), xwest ev zext û zorî bi dawî bibin û got: "Ceza dane wan lê dîsa jî dest ji wan bernadin. Ji xwe kurê min di nav çar dîwaran de ye. Çima tehdeyê lê dikin? Ji zarokên me çi dixwazin?" Îlhan, anî ziman ku berê kurê wê di Girtîgeha Şirnexê de bû, lê zêdetirî 2 sal in ew şandine Girtîgeha gumuşhaneyê û wiha bertekên xwe anî ziman: "Ji bo saetek dîtina kurê xwe ez 745 kîlometre rê diçim. Naxwazin em zarokên xwe bibînîn. Zarokên me dişînin girtîgehên dûr û bi vî awayî me jî ceza dikin. Ev li dijî mirovahiyê ye. Em nikarin biçin Gumuşhaneyê. Hem pir dûr e hem jî nexweş im û nikarim biçim."
HERÎ DAWÎ 6 MEH BERÊ ÇÛYE
Dayik Îlhan, anî ziman ku herî dawî 6 meh berê çûye Gumuşhaneyê û got: "Cara ku diçim û vedigerim 2 hefteyan di nav ciyan de dimînim. Em dixwazin kurê min bînin Şirnexê an jî bajarekî nêzî Şirnexê. Min ji bo vê daxwaznameyek nivîsand lê Wezareta Dadê bersiv nedaye. Heger tiştek bê serê zarokên me berpisiyar rêveberiya girtîgehê ye. Bila kes ji bo vê yekê bêdeng nemîne."