AGIRÎ - Girtîgeha Tîpa L a Panosê, saeteke destan a ji bo girtiyekî hatiye şandin qebûl nekiriye. Girtîgehê bi hinceta "qedexe ye" saet qebûl nekiriye. Rayedarê girtîgehê jî got, ji ber ekîbeke wan î teknîkê ku saetê kontrol bike tuneye qebûl nekirine.
Girtîgeha Tîpa L a Panosê, saeteke destan a ji bo girtiyekî hatiye şandin nedaye girtî. Girtîgehê bi hinceta "qedexe ye" saet nedaye girtî û ew xistine nav amûrên emanetî. Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan. Rayedarê girtîgehê jî got, ji ber ekîbeke wan î teknîkê ku saetê kontrol bike tuneye qebûl nekirinem û ev biryara midûrê nû ye.