RIHA - Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, daneyên Baroya Rihayê yê der barê tecawiz û îstismarê de nirxandin û got: "Berpirsiyar dewlet e. Tenê dixwazin civakê birizînin."
Hefteya borî Baroya Rihayê, tecawiz û tacizên di 1'ê Çileyê heya 30'yê Kanûna 2019'an qewimîbûn aşkere kiribû. Baroyê daxuyandibû ku kesên hatine îstismarkirin 842 jê temenê wan di navbera 4-18 salan de, 49 jê temenê wan di navbera 18-25 salan de û 3 jê jî temenê wan di ser 25'an re bûye.
Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, taciz û tecawizên li herêmê pêk tên nirxand û got, ev ji ber polîtîkayên dewletê pêk tên.
‘MUXATAB PERGAL E'
Surucu, destnîşan kir ku ji bo îstismar û tecawizê qanûn nayên bikaranîn û kiryar nayên cezakirin. Surucu, diyar kir ku pergal dixwaze zarok û jinên tên tecawizkirin bi kesên tecawiz kirine re bên zewicandin. Surucu, got: "Ji wan tirê ev çareserî ye û vê yekê pêk tînin. Heger bi vî awayî dewam bikin wê bûyerên taciz û tecawizê zêdetir bibin. Nexasim li Rihayê taciz û tecawizkirina zarokan her diçe zêdetir dibe. Li vî bajarî bi sedan zarokên temenê wan di biniya 18 salan de bi taciz û tecawizê re rû bi rû dimînin. Muxatabê vê yekê pergal e."
‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ'
Surucu, destnîşan kir ku ev yek tesîrê li derûniya civakê jî dike û got: "Bûyerên întiharê zêde dibin. Her wiha êdî zarokên 10 salî tiryakê bi kar tînin. Ev polîtîkaya dewletê ye. Dewlet dixwaze li vî bajarî civakê birizîne. Ji bo zarok û ciwan ji rastiya civakiyî dûr bikevin, taciz, tecawiz, îstismarkirin û bikaranîna tiryakê zêde dikin. Berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Tenê dixwazin civaka kurd bihelînin û birizînin."
Her wiha Surucu gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bibîr xistin ku gotibû "Li Tirkiyeyê rêxistina terorî vê meseleyê esas digire. Herî kêm 10-15 zarokên wan hene" û got: "Civaka kurd qebûl nakin. Loma her diçe tecawiz û îstismarê berbelav dikin. Bi vî awayî dixwazin civakake rizandî û dûrî rastiya xwe biafirînin. Vê yekê jî di ser jina re dikin. Dibêjin '15 zarokên terorîstan hene'. Bi vî awayî dixwazin taciz û tecawizê rewa bikin."