AMED - Serokê Şaxa BES’ê ya Amedê Suphî Îzol der barê Ahmet Çoban ê ku bi KHK’ê ji kar hatibû derxistin û piştî jiyana xwe ji dest da û karê wî dabûn wî, pirsa "We karê Ahmet Çoban dayê lê hûnê bikarin jiyanê jî bidin wî?" pirsî û got: "Ev sucê mirovahiyê ye û hêj jî berdewam dike.”
Ahmet Çoban ê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) hatibû ragihandin de ji kar hatibû derxistin. Çoban piştî ku hatibû îxrackirin jiyana xwe ji dest dabû. Lê piştî ku Çoban jiyana xwe ji dest da dadgehê biryar da ku Çoban vegere karê xwe. Çoban xebatên sendîkayî birêve dibir û ew endam û rêveberê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) bû.
4 SALAN LI SIRGÛNÊ DIMÎNE
Hevjîna Ahmet Çoban, Kiymet Çoban û Serokê Şaxa BES’ê ya Amedê Suphî Îzol derbarê paşve girtin kar a Çoban ji ajansa me re axivîn.
Hevjîna Çoban, Kiymet Çoban diyar kir ku ji ber xebatên sendîkayî hevjînê wê di sala 1999’an de sirgunî Nevşehîrê kirin û wiha got: “Bi tena serê xwe li Nevşehîrê çar salan ma. Dema dibistan dihatin girtin em diçûn cem wî. Kesên li wê derê bi me re nediaxivîn. Ji me re digotin ‘terorîst’. Pişt re hevjînê min serî li dadgehê da û doza wî bi ser ket û vegeriya ser karê xwe yê li Amedê. Hevjînê min di saziya darayî (maliye) de dixebitî. Ji ber ku serokatiya sendîkayê dikir beriya çar salan ji kar hat derxistin.”
‘XEYALA XWE NEDÎT’
Çoban da zanîn ku beriya hevjînê wê ji kar îxrac bikin tu nexweşiyên wî nebûn û wiha axivî: “Carna min jê re digot xwezî diranekî te an serê te êşiya ba. Piştî ji kar hat derxistin ji malê dernediket. Ji ber ku ji kar hat derxistin nexweş bû. Destpêkê tansiyon û şekir derketin ji ber ku meaşê wî û sîgorteya wî tune bûn nedikarî tedawî jî bibe. Digot ‘bila ez bizivirim kar pişt re ez ê tedawî bibim.’ Xeyala wî wisa bû.”
‘XWEZÎ SAX BÛYA LÊ BILA KARÊ WÎ NEDANÊ’
Çoban destnîşan kir ku piştî ku hevjînê wê ji kar hat derxistin gelek zehmetî kişandin û wiha domand: “Carna nan tune bû ku em bixwin. Me di wê pêvajoyê de gelek zehmetî kişandin. Bijîşk ji bo nexweşiya hevjînê min derman nivîsandin. Lê ji ber ku biha bûn me nikaribû dermanan jî bikiriya. Lê ji ber ku dermansaz yekî nas bû bi deyn dida me. Hêj ew deynê wî dimîne.” Çoban, anî ziman ku tu wateya paşde vegerandina kar nîne û got: “Xwezî sax bûya bila karê wê le venegerandina. Qet kêfa me nehat. Em xemgîn bûn. Me got xwezî hevjînê min jî dîtibûya ku karê wê lê vegerandine. Xwedê heqê me nehelê. Hevjînê min belasebep ji kar derxistin. Ez jî niha nexweşim. Piştî hevjînê min jiyana xwe ji dest da nexweş ketim. Hemû ji xemginiyê ye”
‘HER TIM TÊKOŞER BÛ’
Serokê Şaxa BES’ê ya Amedê Suphî Îzol jî diyar kir ku Ahmet Çoban di salên 90’î de dest bi karê sendîkavaniyê kiriye û wiha got: “Min di 2003’an de Ahmet nas kir. Di sala 1999’an de ji ber xebatên sendîkavaniyê wî sirgûnî Nevşehîrê dikin. Pişt re di sala 2003’an de vegeriya Amedê. Me di çalakiyên sendîkayî de hev nas kir. Ahmet Çoban heman demê de rêveberiya navendê BES’ê de jî cih girt. Tu caran ji nasnameya xwe ya sendîkavaniyê û têkoşeriyê paş ve gav neavêt. Herî dawî 22’yê Mijdara 2016’an de bi KHK’a jimara 677’an ji kar hat derxistin. Bi angaştên pûç herî zêde ser hevalên me de hatin. Hukumetê ev darbe wergerand firsendê. Di şevekê de bi hezaran mirovan navên xwe di lîsteyên KHK’ê de dîtin û ji kar hatin derxistin. Ne lêpirsînek ne tiştek din li holê hebû.”
‘EV EDALET NE TU EDALET E’
Îzol bi bîr xist ku Çoban di 22’ê Nîsana 2019’an de ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Bifikirin di şevekê de tu bi KHK’yê ji kar tê derxistin. 3 sal û nîvan nikarî derkevî pêş dadgehekê jî, nikarî dozekê jî vekî. Lê piştî wefata Çoban, Komîsyona OHAL’ê du hefte berê teblîgat şand ku wî paşve girtine kar. Gotin ‘pardon’ lê hevalê me pêşiya deh mehan jiyana xwe ji dest da.” Îzol bal kişand ser xebatên Ahmet Çoban ên sendîkayî û wiha berdewam kir: “Hevalê me Ahmet di xebatên sendîkayî de têkoşer bû û gelek xebatan birêve dibir. Tu caran ji têkoşîna xwe ya ked û demokrasiyê tawîz neda. Bi rastî jî hevalekî me yê aşitîxwaz û hestiyar bû. Edaleta ku piştî sê salan hat dayîn ne tu edalet e. We karê Ahmet Çoban dayê lê hûnê bikarin jiyanê jî bidinê? Di kesayeta hevalê me Ahmet de ev derdikeve holê bi zilma KHK’yê sed hezaran mirov ji karê xwe bûn û mexdûr bûn. Mirov bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Piştî demekê tu wateya edaleta ku dereng tê nîne. Ev yek giyana Ahmet Çoban paşve nayîne. Ev sucê mirovahiyê ye û hêj jî berdewam dike. Zilma KHK’yan hêj mirovan dikuje.”
MA / Fahrettîn Kiliç