Têkildardî Ocalan daxuyaniya hevpar: Tecrîd îşkence ye, rakin

  • rojane
  • 16:44 17 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiquqê ya Sedsalê û rêxistinên mafên mirovan, têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin her kes ji bo rakirina tecrîdê hestiyar tev bigerin. Beşdarên civînê diyar kirin ku rêya diçe aştiya di azadiya Ocalan re derbas dibe û gotin: "Divê berê em pêvajoya aştiyê ava bikin ku em demokrasiyê pêş bixin." 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an de nikarin biçin Îmraliyê û têkildarî komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bi hevre civîn li dar xistin. Civîn li Otelek li Beyoglu ya Stenbolê li dar xistin. Parlamenterên  HDP'ê Zuleyha Gulum, Seroka TîHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevseroka OHD'ê Ayşe Acînîklî, Parezerên EHP'ê Gulhan Kaya û Sezin Uçar tevli civînê bûn. Ewil Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Rêzan Sarica ku di hevdîtinên dawî de cih girt, der barê rewşa Ocalan de agahî dan. Sarica wiha got: "Muwekilê me Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 22 salin girtî ye. Ji wê demê heta niha di bin pergala Îmraliyê ya taybet de tê tecrîdkirin. Ev pergala tecrîdê ya Îmraliyê ya taybet e. Ocalan li gel van şertan her dem ji bo pirsgirêka Kurd li ser esasê çareseriya demokratîk pêş bikeve, têkoşîna aştiyê daye. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane rê û rêbaz pêş xistine. Lê ev hewldanên Ocalan her dem bi polîtîkayên bê çareserî û hesapkar hatine pûçkirin. Di rewşa heyî de Tirkiye ya ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser nekir, êdî demokrasî ji bîr kiriye. Gel xistiye nava kaosa civakî û qeyrana aborî. Bi şerê nû yê cîhanê, li Rojhilata Navîn qeyran û kaosên nû pêş xistine. Bi vî şerê pêşeroja gelan didizin. Nêzîkatiya Ocalan, bi nêzîkatiya Tirkiye û Rojhilata Navîn ve girêdayî ye." 
 
‘OCALAN HÊZA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DA'
 
Sarica, anî ziman ku gelê Kurd Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dike û wiha lê zêde kir: “Ji sala 1993'an heta niha her dem ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demokratîk têdikoşe. Ev paradîgmaya xwe ya aştî û jiyana demokratîk bi gelan daye qebûlkirin. Ji bo qedexe û tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û mafên Ocalan ên zagonî bên parastin û têkevin meriyetê, Hevseroka KCD'ê Birêz Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî greva birçîbûnê ku li hemû girtîgehan belav bû, parêzeran bi Ocalan re hevdîtin kirin." 
 
Sarica, bal kişand ser nameya Ocalan a ji bo çareseriyê û got: "Ocalan di nameya xwe de got "Pêdivî bi aştiya civakî ya kûr heye. Ji bo çareeriya pirsgirêkê, divê dûrî hemû berberî û pevçûnan gav bên avêtin. Bi awayekî tund pêdivî ji muzakereyên demokratik heye. Pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ne bi şer û tundiya fîzîkî, dijberî wê bi hêza nerm heye. Yanî bi hêza çand, aqil û polîtîkayê dikare bê çareserkirin." Ocalan anî ziman ku sekna wî ya li îmraliyê wekî ya danezana Newroza 2013'an berdewam dike û bêtir firehtir û kûrtir kiriye. Bêtir bi biryar û zelal bûye. Anî ziman ku çareserî aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk e." 
 
‘PEYAMA OCALAN BÊBERSIV HIŞTIN’
 
Sarica her wiha destnîşan kir ku Ocalan di hevdîtinê de tespîta “Pevrebûna Mezopotamya û Anatoliyê” ya pevrebûna gelê kurd û tirk a dîrokî kiriye û got: “Pirsgirêkên îro ji ber feraseta vê pevrebûnê xera dike rû dide. Digot li dijî vê heqîqetê dîrokek riyakarî hatiye afirandin. Digot ‘Tiştên niha li Rojhilata Navîn diqewimin, bi girtina min a 21 salan a li vir re girêdayî ye.’ Bi Komarek Demokratîk û welatek hevpar û pevrabûnek gelan Rojhilatek Navîn mimkin e. Di hevdîtina meha tebaxa ya herî dawî me pêk anî de Birêz Ocalan gotibû ‘Ez dikarim di heftiyekê de îxtîmala pevçûnan jih olê rakim. Ez bi xwe bawerim. Divê aqilê dewletê jî tişta pêwîst bike. Bi vê daxuyaniyê raya giştî agahdar kiribû.” 
 
Sarica anî ziman ku banga Ocalan bêbersiv hat hiştin û li dijî tecrîta li Îmraliyê hemû sazî û dezgehên demokratîk ên sivîl û mafên mirovan vêxwend têkoşîna mafê mirovan û banga hestiyariyê li raya giştî kir. 
 
‘TECRÎT SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Pişt re Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî axivî û bal kişand ser rewşa heyî ya li girtîgehan û got pêkanîna tecrîtê ya li girtîgehan ne nû ye û bi salan e dewam dike. Fîncanci bal kişand ser tecrîtê û wiha got: “Însan bi salane li girtîgehan tên tecrîtkirin. Wek ku niha Abdullah Ocalan tê tecrîtkirin. TÎHV wek saizyek mafên mirovan her tim gotiye tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye û di vî warî de hişyariyan kiribû. Em dîsa dibêjin tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li gorî şert û qaydenên Nelson Mandela tecrît hatiye qedexekirin. Lê di roja me ya îroyîn de tecrît li Tirkiyê didome.” 
 
‘DIVÊ TECRÎD DI ÇARÇOVEYA ÎŞKENCEYÊ DE BÊ NIRXANDIN'
 
Fîncanci, diyar kir ku şertên tecrîdê li ser hemû pergalên rewşa tenduristiya kesan tundiyê dike û wiha got: "Em weke bijîjk dibêjin ku tecrîd pirgirêka tenduristiya gel e. Divê ku tecrîd di çarçoveya îşkenceyê de bê nirxandin. Divê rast e rast di çarçoveya îşkenceyê de bê nirxandin. Divê demildest bê rakirin. Divê ku mirov di nav şertên asayî de bin. 
 
'PÊWÎST BI PÊVAJOYEKE AŞTIYÊ HEYE'
 
Piştî Fîncancî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî û ev tiş gotin: "Dixwazim bibêjim ku astengkirina bi keyfî ya hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan û girtiyên din ên li cem re derveyî qanûnan e. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ya Ocalan û girtiyên li cem heye. Heke Wezareta Dadê destûr bide dikarin bi heyetan re jî hevdîtinan bikin. Mafê wan ê girtina kovar, rojname û nameyan heye. Divê ku êdî ev pêkanînên kêf bi dawî bibin." Ozturk, di berdewamê de jî bal kişand ser rola Ocalan a di aştiyê de û ev tişt anîn ziman: "Me îsal di 15'ê Çileyê de careke din bi Wezareta Dadê re hevdîtinek kir. Ne tenê ji bo girtigehan ji rakirina tecrîda li Îmraliyê jî me daxwazên xwe pêşkêş wan kir. Em parastvanên mafên mirovan dibêjin ku pêwîst pêvajoyeke çareseriyê heye. Ji bo rewşa hêyî bêtir xerabe pêwistî bi pêvajoyeke aştiyê heye. Rêya ku ber bi aştiyê diçe jî bi Abdullah Ocalan pêkan e. Divê partiyên ku komên wan li Meclisê hene, bi vê mijarê re mijûl bibin. Di mehên Gulan û Hezîranê yên sala borî de bi herkesî re hêviyek hat avakirin. Em dibêjin ku divê Ocalan û girtiyên li cem mafên girtiyan bi kar bînin." 
 
'PIRSGÊRIKEKE KURD BI OCALAN RE BÛYE YEK HEYE'
 
Piştî Turkdogan jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku ji bo nîqaşkirina pirgirêka herî girîng a Tirkiyeyê li hev kom bûne û wiha got: "Pirsgirêkeke kurd ku bi Ocalan re bûye yek heye. Pirsgireka kurd  pirsgirêke herî girîng a Tirkiyeyê ye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, em dikarin qala tundî û ne jî qala pirsgirêkên din bikin. Lewre çavakanî ev e. Mixabin ji ber ku ji hêla rayedaran ve destûr nayê dayîn, ev pirsgirêk ne di rojeva çapemeniya navendî de ye. Beriya 2 rojan salvegera Komploya 15'ê Sibatê bû. Ji bo kurdan rojeke reş bû. Em nêzikbûna hêzên serwer şermezar dikin. Em diyar dikin ku ev komployeke li dijî Tirkiyeyê ye jî. Lewre hezên serwer gotin, 'Em wî didine we hûn jî gardiyaniya wî bikin' û radestî Tirkiyeyê kirin. Tirkiye jî ji vê yekê cesaret girt û Girava Îmraliyê terxan kir. Niha ji ber vê yekê Tirkiye mineta gelek hêzên serwer dikişîne. Lewre nikare derkeve sÎnorên ku wan xêz kiriye."
 
‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎD RABE’
 
Guven, diyar kir ku ne tenê li Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan rewşeke hişyariyê heye û wiha got: “Niha girtî li dijî van bêhiqûqiyan li ber xwe didin. Em jî hewl didin ku bi navbeynkariya saziyan bibin dengê wan. Em li cîhan û Rojhilata Navîn, pêvajoyekê weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê pênasekirin dijîn. Tu kes pergala heyî qebûl nake. Li Rojhilata Navîn, li her derê guhertin êdî ferze. Gelên ku vê vuhertin û veguhertinê dixwazin li ser piyane. Gelo wê kîşan pergalî danîn cihê vê guhertinê? Birêz Ocalan di vê mijarê de kesayetiyek girtîn û krîtîke. Li Rojava şeroşeke jinê heye. Jinan û gelan li wê derê jiyanek hevpar ava kirine û bi hevre bi awayekê wekhev dijîn. Lê hişmendiyeke ku dixwaze vê tune bike û kiriye hedefa xwe heye. Em jî dibêjin, tecrîda li ser Birêz Ocalan, tam de ji bo vê yekê. Ji ber vê divê demildest ev tecrîda rabe.” 
 
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Guven, bal kişand ser tecrîda daîmî ya li dijî Ocalan û wiha bilêv kir: “Ji ber vê tecrîda girankirî me di sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Di vê pêvajoyê de 9 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Wan got ku ‘Ew rêberê hebûna me avakiriye.’ Ji bo wî canê xwe yê ciwan di vê rêçe de defa kirin Di warê siyasî de jî berpirsiyarên me hene. Rakirina tecrîdê pir girînge. Mirovên bi nirx ên di dema çalakiya greva birçîbûnê de em ziyaret kirin hene. Ji me re gotin ‘dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin, hûn nemirin. Ji bo rakirina tecrîdê rêbazên me yên têkoşîn ên cuda hene. Ji bo rakirina tecrîdê em vê têkoşîna xwe dewam bikin.’ Em îro bang li wan dikin; Werin em bi hevre vê tecrîdê rakin. Tecrîd hîna dewam dike. Divê Birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn, civaka polîtîk û exlaqî divê Birêz Ocalan azad bibe. Bila kes di warê tecrîdê xwe ne xapîne. Îro hemû civak dibin tecrîdê deye. Ji ber vê yekê ger tecrîd rabe, wê hemû civak bêhnek rehet bigire.” 
 
Piştî axaftinan, pirsên rojnamegeran hatin girtin. Tukdogan, bersiva pirsa gelo Wezareta Dadê daxwazên rakirina tecrîdê çawan pêşwazî dike da û got: “Rayedar ji bo rakirina tecrîdê tiştekê nabêjin. Ji ber ku ew jî dizanîn li holê  bêhiqûqiyek heye. Lê ji bo rakirina tecrîdê jî tu tiştekê nakin.”
 
‘BERÊ JÎ QEDEXE HEBÛ, LÊ HEVDÎTIN HAT KIRIN’
 
Prz. Rezan Sarica jî, bersiva pirsa rojnamegerê aliyê hiqûqî yê cezayê dîsîplînê yê ji bo Ocalan hat dayîn kir, da û wiha axivî: “Her sê mehan carekê cezayê dîsîplînê didin. Cezayek çawan diqede, cezeyek din didinê. Ev rewş, ev salek û nîve dewam dike. Divê bi awayekê du alî em li van cezayên dîsîplînê mêze bikin. Dema ku em behsê dikin, pêkanîneke çawan a pergala tecrîda Îmraliyê pêş dikeve, derdikev holê. Hiqûq bi giştî bûye amûrê keyfî yê desthilatdariya siyasî û îdarî. Bê hiqûqiya heyî bi her awayî derdikeve holê.  Hiqûqê bi awayeke weke amûrê zextê bi kar tînin. Berê jî qedexe hebûn, lê hevdîtin pêk dihat. Hevdîtinên berî demekê hatin kirin jî, di pêvajoyên qedexekirî de hatin kirin. Rastiya heyî em baş dibînin û ji xwe her tişt li holê ye.”
 

Sernavên din

18/02/2020
17:05 Ceza li 90 kesên daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kiribûn hat birîn
16:51 Ji bo Ozçelîk a di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest da bû gilî kirin
16:50 Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin
16:09 Li Êlihê 6 kes hatin berdan
15:15 Dadgehê derbarê Doza Geziyê de biryara beratê da
15:14 Dadgehê li Rojnameger Necla Demîr doz vekir
15:04 Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 'Kiliç ji bo alîkariyê çû qeymeqamiyê, lê li wî guhdar nekirin'
14:33 Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê hat dîtin
14:21 Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e
14:20 Bernameya 8'ê Adarê ya Wanê hat aşkere kirin
14:01 HDP'ê xwest îstîsmara zarokan bê lêkolînkirin
13:43 Dîdem a 17 salî ev 9 rojin windaye
13:39 Komeleya Jiyana Nû, bernameya qurs û semîneran aşkere kir
13:19 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Hevalên Taşdemîr ê xwe kuşt: Ev ne xwekujiye cînayet e
12:31 Derbarê rojnameger Şerîfe Orûç de biryara girtinê hat dayîn
11:44 Ger û geşta li Heskîfê êdî qedexe ye!
11:35 ‘Kurd dê qedera Kurdî diyar bikin'
11:02 Çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû sûc hatin dîtin
11:01 ‘Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin’
10:45 Demîrtaş bal kişand ser çetebûna di nava dewletê de
10:41 Dadgehê mamosteyên dersa Kurdî didan beraet kir
10:20 Kaplan: Berpirsiyarê nelirêtiya îqtîdar bi xwe ye
09:13 Der barê Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê de doza 'hevserokatiyê'
09:12 Qeyûmê Mêrdînê şaredarî kiriye şîrketa malbatî: Xwarzîkê xwe danî ser şîrketa şaredariyê
09:12 Ji bo saetekê kurê xwe bibîne 745 kîlometre rê diçe
09:11 Li dijî fabrîkeya plastîkê bûn yek
09:10 Prof. Dr. Atmiş: Gotinên 'me daristan ava kirin' xapandin e
09:10 Li girtîgehê saeta destan jî hatiye qedexekirin
09:09 Surucu: Berpirsiyar dewlet e
09:09 ‘We karê wî dayê, lê hûnê dikaribin giyana wî jî bidinê?’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN
17/02/2020
18:04 Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê jiyana xwe ji dest da
17:05 Li Amedê çawîşekê pispor întîxar kir
16:44 Têkildardî Ocalan daxuyaniya hevpar: Tecrîd îşkence ye, rakin
16:05 Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak hat girtin
15:18 Asli Erdogan: Ez carek din bêm girtin ji bo min mirin e
15:12 Daxuyaniya banga tevlîbûna kongreya HDP’ê hat astengkirin
14:52 Rêxistinên tenduristiyê: Tundî hebe xizmet tune
14:43 Li Mêrdînê, bertek nîşanî binçavkirinên 15’ê Sibatê dan
14:31 Olûç: Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê
14:28 Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011'an
14:18 Kesekî xwe ji avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê avêt
14:17 Jinan banga 8'ê Adare kirin: Em li dijî tundî û qeyranê serî hildidin
13:41 Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir
13:08 Şahidê Nepen: Parlak rojnameger e
12:31 Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin
12:01 Demîrtaş banga beşdariya kongreya HDP’ê kir
11:52 Li gorî Walîtiya Enqereyê zarokan xesar daye goristana xiristiyanan!
11:51 Delegeyên HDP'ê bi otobusa EGO hat revandin
11:46 Li Wanê rêya 343 gundan hat girtin
11:35 Polîsna endamê Meclîsa HDP’ê yê ji wesayîta Sarisaç binçav kirin, anîn edeliyê
10:49 Eskerên Îranê kolberek kuşt û 9 kolber birîndar kirin
10:43 ‘Xewna Şevek Havînê’ dê li Enqereyê bê pêşandan
10:17 Paylan: Êrîşkarên Goristana Dêra Katolik a Santa Morîna kî ne?
09:19 Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin
09:06 Li Girtîgeha Kalkandereyê qepsûnên guleyan davêjin baxçeyên qawîşan
09:06 Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkoviyên Cudî
09:05 Ambargoya li Mexmûrê 8 mehin didome: Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê
09:04 'Me xwest xeyalên Tahîr Elçî pêk bînin'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN
16/02/2020
22:01 Rejîma Sûriye seranserî rojavayê Helep xist konrola xwe
19:56 Li Îranê erdeja hêza wê 6.0 pêl pêk hat
19:39 Li Konyayê ajokarekî ji ber qeyrana aborî întîxar kir
17:11 Çepnî: Divê têkoşîna li dijî şer û parastina ekolojiyê bibin yek
17:06 Ciwanên HDP’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:52 'Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Ocalan'
15:34 11 kesên li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:15 Malbata Azad Çetîn ê QSD’î şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir
15:11 Kesên di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 Çerkezoglu dîsa bû Seroka Giştî ya DÎSK'ê
14:40 Komîteya Şopandina Lîbyayê li Munîhê civiya
14:22 'Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirisin ji aştî û wekheviyê jî ditirsin’
14:21 Li Wanê ji 65 kesan 14 kes hatin berdan
13:56 Guven: Dê nikaribin bêyî Kurdan siyasetê bikin
13:00 Koçerên Hezexe 10 rojin bê av in
12:06 Li 4 bajaran rêya 444 gundan girtiye
11:58 Xwebûn bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ derket
10:28 Serlêdanên ji bo qûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin
10:08 Li Cînê Hezar û 666 kes ji ber vîrûsa corona mirin
09:39 Polîsan ewil derp kirin, dûre gotin 'şaşî çêbû'
09:08 Hevşaredar Şen: Dayika min a 90 salî serî natewîne
09:07 Girtî li sê girtîgehan rastî lêdanê hatin
09:05 Parêzer Kûzû: Biryara ji bo Ayverdiyê divê ji bo hemû bersûcên Nisêbînê bê dayîn
09:03 Hatîmogûllari: Li Sûriyeyê pêdivî bi rêveberiyên aştiyê dixwazin heye
09:02 Polîs ceza birî dadgehê xera kir
09:01 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Ciwanan li Cizîrê 15'ê Sibatê şermezar kirin
15/02/2020
18:24 Zaroka 17 salî, 5 rojin agahî jê nayê girtin
16:45 Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li dijî 15'ê Sibatê meşiyan
16:27 Hejmara binçavkiriyên Şirnex û Mêrdînê derket 24'an
16:26 Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin
16:20 Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin
15:44 Ji Bandirmayê û Afyonê 26 girtî hatin sewqkirin
15:36 'Kesên ku xizmên me winda kirin dê teqez winda bikin'
15:35 Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye
15:08 Di salvegera 21’emîn de komployê û tecrîtê şermezar kirin: Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin
14:46 Şen a 90 salî ku rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike
14:43 Di hefteya 777'emîn de Dayikên Şemiyê: Em dozdar in