RIHA – Li sê navçeyên Rihayê cendirmeyan bi ser malan de girt û 16 kes binçav kirin.
Li gundên navçeyên Siwêreg, Wêranşar û Cûrnê Reş ên Rihayê vê sibehê cendirmeyan bi ser malan de girt û 16 kes binçav kirin. Li Siwêregê 12 kes, li Wêranşarê 3 kes û li Cûrnê Reş jî kesek hat binçavkirin. Binçavkiriyan birin qereqola cendirmeyan. Sedemê binçavkirina welatiyan nehat zanîn.