ÊLIH – Li Êlihê li dijî komplo û tecrîta li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî hat dayîn û Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd navnîşan Îmrali ye.”
Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û Tevgera Jinên Azad li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê têkidlarî salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat û tecrîtkirina Ocalan civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî.
'NAVNÎŞAN ÎMRALI YE’
Başaran da zanîn ku 21 salin tecrît li Ocalan tê sepandin û got: “Tevî yasayên Tirkiyê û peymanên navnetewî jî tecrît didome. Ev tenê ne meseleyek hiqûqî ye. Ji dagirkirina Rojava bigire heta tayînkirina qeyûman hemû dewama tecrîtkirinê ye. Şerê li Rojhilata Navîn jî tê meşandin girêdayî tecrîtê ye. Ocalan her tim banga çareseriyê kir û got ku ew amade ye. Lê bi kûrkirina şer û girankirina tecrîtê bersiv didin birêz Ocalan. Divê tecrît were bidawîkirin. Çimkî wê ev siyaset gelan ji hev qût bike. Kes nikare bêje pirsgirêka kurd nîne. Em wan kesên ji çareseriyê dûr in, vedixwînin bi rêyên demokratîk ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Navnîşana çareseriyê Îmrali ye.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.