AMED – Rêxistina DBP’ê ya Amedê dê roja 16’ê sibatê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê bi dirûşma “Em bi ruhê yekîtiyê ber bi civaka azad ve dimeşin” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li li dar bixe. Kongre dê di 16’ê sibatê roja yekşemê li Tesîsên Demîrok a li Îstasyona Amedê pêk were. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê dê beşdarî kongreyê bibin.
Rêxistina DBP’ê ya Amedê bang li hemû aliyan kir û hemû aliyan vexwend kongreya xwe.