MÊRDÎN - Di Doza Nisêbînê de, danişîna Îbrahîm Halîl Karataş ê girtî tê darizandin, ji bo biryarê hat taloqkirin.
Di 26'ê Gulana 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de 17 jê zarok 70 kes ji bajêr hatibûn derxistin, dûre hatibûn girtin û paşê doz li wan hatibû vekirin. Di Doza Nisêbînê ya ku ji hev hatibû cudakirin de, danişîna Îbrahîm Halîl Karataş ê girtî îro hat dîtin. Karataş ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê dimîne, bi Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎSÊ) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Karataş di danişînê de amede bûn.
Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir. Dozgerê dadgehê, di danişîna derbas bûyî de xwestibû ku Karataş bi sûcdariya “Kuştina bi zanebûn”, “Teqemenî bi kar anîn” û “Zirar dayîna malê çemawerî” bê cezakirin. Dûre parêzerê Karataş parastin kir.
Karataş, piştî axaftina parêzer mafê axaftinê girt û wiha parastina xwe kir: “Ez dixwazin hûn min bînin saloan dadgehê. Di danişîna derbas bûyî de jî, min gotibû ku ez naxwazim bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibim.”
Şandeya dadgehê piştî navberê, diyar kir ku ew ê di danişîna bê de biryara xwe aşker bike û danişîn taloqî 17’ê Adarê kir.