RIHA – Rojnameger Ersîn Çaksû geşedanên li Idlibê nirxand û got: “Heke dest ji Idlîbê berde, dê gava ji derxistina Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê were avêtin.”
Hêzên Rejîma Sûriyê ji bo rêyên M4 û M5 bixe bin kontrola xwe li dijî Idlibê operasyonan birêve dibe. Di van operasyonên rejîmê de 13 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Piştî van êrişan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef li rejîma Sûriyê xwaribû û gotibûnê ew ê bi Mutabakata Soçî bi sînor nemînin. Di operasyonê de Rûsya û Îran piştevaniyê dide rejîma Sûriyê û hişyarî didin Tirkiyê. NATO ya ku DYA serê wê dikişîne jî destnîşan kiribû ew ê li cem mutefîkê xwe Tirkiyê cih bigire.
Rojnameger Erçîn Çaksû yê demek dirêje atmosfer ango geşedanên li herêmê dişopîne, aloziya li Idlibê nirxand. Çaksû da zanîn ku Idlib di 28’ê Adara 2015’an de bi pêşengiya El Nusra ketibû bin kontrola komên cuda û bûye yek ji navendên komên çekdar. Çaksû got nemaze piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyê têkiliyên Tirkiyê û Rûsya li hev kirin pêk hatin û div ê çarçoveyê de gelek komên çekdar ji bajarên wek Guta, Dera, Heleb, Hûmûs veguhezandin Idlibê.
Çaksû anî ziman ku bi van gavan re Idlib veguherî navendek komên çekdar û got: “Rejîma Sûriyê û Rûsya her tim digotin ku ew ê herêmê ji komên çekdar paqij bikin. Di navbera Tirkiyê û Rûsya de di 17’ê îlona 2018’an de peymana Soçî hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê dê ji rojhilat û başûrê Idlibê di navbera 15 û 20 kîlometreyan de komên çekdar bihatana derxistin û dîsa rêya M4 û heta Heleb, Şam û Ûrdinê rêya M5 bi temamî biketa bi kontrola rejîmê. Yek ji xalên peymanê ew bû ku rêya M4 ku ji Heleb, Idlib, Lazkiye heta Tarsûsê dirêj dibe bikeve bin kontrola rejîmê. Her wiha hatibû diyarkrin ku komên çekdar ên li wir yanî komên radîkal û yên neradîkal ji hev werin qetandin.”
RÊYA M4 Û M5 DI KONTROLA REJÎMÊ DE YE
Çaksû destnîşan kir ku ji ber ku Tirkiye garantoriya komên çekdar dikir jî vê peywîrê dabûne Tirkiyê, Rûsya û Îranê jî garantoriya rejîmê qebûl kiribûn û wiha got: “Lê ev sozên hatibûn dayîn Tirkiyê bicih neanî. Çimkî Tirkiyê van sozan her tim taloq kir. Dixwestin li rojhilatê Sûriyê hin deverên di destên gelê kurd de dixwest desteser bike. Ji bo vê yekê jî her tim taloq kir. Rejîmê di tebaxa 2019’an de dest bi operasyonan kir. Di meha kanûna 2019’an de rejîmê Han Şehûnê paş de bi dest xist. Dîsa di meha kanûnê de rejîmê Merek El Nûman jî bi dest xist. Û her ku bi pêşve çû. Herî dawî rêya M4 û M5 li Serakîpê xist bin kontrola xwe û li vir bersivên tund da Tirkiyê. Di vê pêvajoyê de rejîm û Tirkiyê dij hev sekinînin.”
‘IDLIB GAVA EWIL E KU TIRKIYÊ JI SÛRIYÊ WERE DERXISTIN’
Çaksû diyar kir ku Tirkiye naxwaze Idlibê ji dest berde û hênceta Tirkiyê wiha vegot: “Heke Tirkiye dest ji Idlibê berde, cihên din ku li Sûriyê dagirkiriye wek Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê dê ji destê Tirkiyê biçe. Wê Idlib bibe gava destpêkê ya derxistina Tirkiyê ji Sûriyê. Li aliy3e din Rûsya û Rejîm dixwaze di çarçoveya peymana Soçî de Idlib û herêmên din bixe bin kontrola xwe. Rejîm bi piştevaniya Rûsya û Îranê bi pêş ve diçe.”
MA / Nazim Daştan