NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed û Dersimê, di serdegirtina malan de, hevserokên HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Amed û Dersimê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan ên Amedê de, rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bajêr Îrfan Soner, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Rezanê Mehmet Atlihan û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya hatin binçavkirin.
HDP’iyên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyet a Polîsan a Amedê.
10 KES LI DERSIMÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Li Dersimê jî, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser yûrdên xwendekarên zanîngehê, malên xwendekar û HDP’iyan de girtin. Di serdegirtinan de 10 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê.
Hat dest nîşan kirin ku dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêdetir bibe.