ENQERE - Xizmên girtiyên nexweş ên bertek nîşanî serbestberdana bersûcê Komkujiya Sîwasê Ahmet Tûran Kiliç ê ku aliyê Serokkomar Erdogan ve hat efûkirin dan, banga “Qanûnan bi awayekê wekhev bi cih bînin” kirin.
Li gorî daniyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di sala 2019’an de, bi giştî 50 girtiyên nexweş ên siyasî û edlî jiyana xwe ji dest dan. Di hemû girtîgehên Tirkiye û herêmê de, hezar û 333 girtiyên nexweş hene û 457 jê rewşa girane. Ligel ku rapora girtiyên nexweş ên Saziya Tipa Edlî (ATK) û nexweşxaneyan ên “Nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî, nayin berdan.
Serokkomar Tayyîp Erdogan di rewşekê wiha de, bi hinceta bersûcê Komkujiya Sîwasê Ahmet Tûran Kiliç extiyar bûye, efû kir û serbest berda. Ev jî bû sedama berdan û ev bertek hîna jî dewam dikin.
‘GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE’
Xwişka girtiyê nexweşîna giran Abdulazîz Ozdemîr ê di Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê de dimîne Guler Ozdemîr, diyar kir ku birayê wê ev 25 salin girtiye û wiha axivî: “Gelek nexweşiyên birayên min hene. Koçer Ozdal dest û piyên wî bi ranzê ve kelepçekirî jiyana xwe ji dest da. Niha bi sedan girtiyên wiha hene.”
Ozdemîr, anî ziman ku birayê wê di 9’ê Sibata 2016’an de krîza dil derbas kir û wiha got: “Emeliyeta anjiyo derbas kir. Di gunê wî yê rastê de kîst çêbûye. Bi emeliyatê ev kîst girtin. Ji ber nexweşiya wî ya prostatê, carek din ameliyat bû. Dîsa ji ber hestiyê di erzînka wî de derket du caran emeliyat bû. Di Sibata 2018’an de ji ber masûlgeyên di pişta wî de, nexweşiya pençeşêra çerim pê re rû da. Ji ber vê jî emeliyat bû. Pişika wî diwerime û tim tansiyona wî bilind dibe. Gelek nexweşiyên birayên min hene.”
‘BERDANA BERSÛCÊ KOMKUJIYÊ NE WIJDANIYE’
Ozdemîr, bal kişand ser rewşa birayê xwe û wiha got: “Bi navbeynkariya ÎHD’ê ji bo berdana birayê min me gelek caran serî li Wezareta Dadê û ATK’ê da. Di serlêdanê de bersivek neyînî dan me. Ji me re gotin dikare di girtîgehê de bimîne. Birayê min nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bike. Hevalên wî alîkariyê wî dikin. Serbest berdana bersûcê Komkujiya Siwasê Kiliç ne wijdaniye. Ev biryar biryarek polîtîke. Bêyî ku cudakariyê bixin navbera girtiyên nexweş û extiyar divê hemûyan serbest berdin.”
‘BAWERIYA MIN BI EDALETÊ NEMAYE’
Xwişka Teyfîk Kalkan ê di Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê de dimîne Cevriye Kalkan jî, diyar kir ku birayê wê ev 29 salin di girtîgehê deye û wiha got: “Gelek nexweşiyên birayên min hene. Birayar Erdogan a ji bo Kiliç dayî, dide nîşan de ku têkileyekê wî ya bi qatil û mafyayê re heye. Li vî welatî dema mijar dibin kurt, wijdan nemîne. Kes dengê me nabihîse. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.”
‘QANÛNAN WEKHEV BI CIH BÎNIN’
Xwişka nexweşînê pençeşêra Tîroîdê Cîhat Ozdemîr ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale dimîne Elîf Ozdemîr jî, da zanîn ku birayê wê ev 20 salin girtiye û wiha axivî: “Ji bo ku birayê min bê berdan me gelek caran serlêdan kir, lê bi tu awayî bersiv nedan serlêdnên me. Bersûcê Sîwasê yê ku 33 kes qetilkirin berdidin. Lê girtiyên nexweş ên rewşa wan giranin bernadin. Ger qanûn hebe, divê ji bo hemû kesan bê bi cih anîn. Ev bê edaletiye. Divê hemû kes li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”
MA / Emrullah Acar