AMED - Baroya Amedê ku di 17'ê Çileyê de xwe gihand tevahiya dosya lêpirsîna cînayeta Tahîr Elçî, diyar kir ku ji bo 3 polisên bersûc ku îfadeyê wan hatine girtin daxwaza girtinê nehatiye kirin û bi vê yekê xelekeke din li zîncîra îxmalan zêde bûye.
Baroya Amedê, tekildarî îfadegirtina 3 polisên bersûc ên cînayeta Tahîr Elçî ya piştî 4 salan daxuyaniyek da çapameniyê. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, endamên Komisyona Lêkolîna Cînayeta Tahîr Elçî ya Baroya Amedê Bariş Yavûz, Ahmet Ozmen, Gamze Yalçin, Mahsûnî Karaman û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker tevlî daxuyaniyê bûn. Cîhan Aydin, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku agahiya wan ji geşedana îfade girtina polisan hebûye lê ji bo selematiya lepirsînê raya giştî agahdar nekirine.
'DIVÊ JI PEYWIRÊ BÊN GIRTIN'
Aydin, da zanîn ku polisên îfadeyên wan weke bersûc hatine girtin, yek ji wan bi KHK'ê ji peywirê hatiye dûrxistin û 2 jê jî cihê wan ê peywirê hatiye guhertin û wiha got: "Derbarê bersûcan de daxwaza girtinê nehatiye kirin û serî li tu tedbîra kontroleke edlî nehatiye dayîn." Aydin, destnîşan kir ku ji ber ku polisên bersûc li ser kar in îhtîmal heye ku delîlalan ji holê rakin û divê polisên bersûc ên îfadeyên wan hatine girtin, ji peywirê bên girtin.