QERS – Polîsan serê vê sibê bi ser mala nivîskar û siyasetmedarê kurd Mahmut Alinak de girtin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala nivîskar û siyasetmedarê kurd Mahmut Alinak de girtin. Polîs hîna jî di malê de lêgerînê dikin. Hat diyar kirin ku bi îdîaya “endamatiya rêxistinê” biryara binçavkirinê derbarê Alinak de heye.