RIHA - Li Rihayê di sala 2019'an de 733 jê zarok 782 kes hatibûn îstismarkirin û tecawizkirin. Ji bo kesên navbirî parêzer hatin peywirdakirin. Serokê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê Halîl Guneş, diyar kir ku ev dane bi awayekî qismî bi dest ketine û ji bo bûyerê got, tiştekî "sawnak" e.
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, destnîşan kir ku ji bo 782 kesên ku di sala 2019'an de li bajêr hatine îstismarkirin û tecawizkirin parêzer hatine peywirdarkirin. Komîsyonê, diyar kir ku ji van kesan 733 jê temenê wan di navbera 4-18 salan de ye. Her wiha komîsyonê diyar kir ku ji kesên hatine tecawizkirin û îstismarkirin 870 jê keç bûne û 163 jê kur bûne û di heman demê de 44 jinên temenê wan di navbera 18-25 salan de û 3 mêrên temenê wan di ser 25 salan re jî hatine tecawizkirin.
Serokê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê Parêzer Halîl Guneş, diyar kir ku divê têgîna îstismarkirinê û tecawizê ji hev bên veqetandin û got, îstismarkirin ji bo zarokan tê kirin û dibe sedema ku zarok xw enebaş hîs bike û ya ji bo hez û xweşiyê tê kirin jî tecawiz e. Guneş, cezayên di qanûnên bingehîn ên cîhanê û ya Tirkiyeyê de bibîr xist û ji bo qewimîna bûyerên bi vî rengî got, tiştekî "sawnak" e.
Guneş, da zanîn ku ev daneyên li ber destê wan daneyine qismî ne û got, gelek bûyerên bi vî rengî jî tên veşartin û ser wan tên girtin.
‘ENCAMA POLÎTÎKAYEKÊ YE'
Guneş, destnîşan kir ku li herêmê îstismarkirin û tecawizkirina zarokan bebelav bûye û got: "Ev encama polîtîkayekê ye. Tecawizkirin û îstismarkirina zarokan, giêrdayî rewşa perwerdehiyê û rewşa aboriyê ya welat e. Mamosteyên rehberiyê ev bûyer aşkere dikirin. Lê îqtîdarê demildest qanûnek derxist û rabû polên mamsoteyên rehberê, statuya wan û sifetê wan guherand. Ji bo mamosteyên rehberê van bûyeran aşkere nekin pêşî li ber wan girtin. Lê di qanûna bingehîn de tê gotin ku kesên van sûcan ranegihînin divê bên cezakirin. Heger mamosteyek, bijîşkeke an jî peywirdarekî cemaweriyê vê yekê ranegihîne divê bê cezakirin. Di qanûnan de ji bo vî sûcî ceza hene. Lê pêk nayê. Kesên vî sûcî dikin, gava qtlixek kinc li xwe dikin û tên eywana dadgehê cezayê wan tê kêmkirin."
Guneş, diyar kir ku der barê îstsimar û tecawizê de xwestine li dibistanan semîneran çê bikin lê belê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Rihayê bi hinceta "dijî pergala cemaweriyê ye" nehiştiye.
BÛYERA SERÊKANIYÊ
Endama komîsyonê Parêzer Melîs Can jî bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê, tecawizkirina 4 zarokên ku di 5'ê Sibatê de li navçeya Serêkaniyê hatibûn teczawizkirin, berdana 5 kesên fuhûş li mirovan ferz kirine. Guneş, anî ziman ku çendî ku sûcê wan sabît bû jî dadgehê ew berdane û got, ev yek dijî qanûnê ye.
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
Guneş, destnîşan kir ku dadgeh nahêlin saziyên civaka sivîl, baro, sazî û dezgehên din daxilî dadgehan bibin û got: "Bi vî awayî polîtîkaya bêcezatiyê pêk tînin. Daxwazên me yên ji bo mudaxilbûnê tên redkirin. Ev tehliye helwesta dadgehên li herêmê nîşan dide. Dadgeh bi berdana van kesan feraseta erkî xurt dike û eksan ber bi vî sûcî ve teşwîq dike. Lê ew çi qasî me ji eywanên dadgehan dûr bixin jî em ê van dosyeyan bişopînin."
MA / Bariş Polat