QAMIŞLO - Leşkerên rejîma Sûriyê êrişî nûçegihanê ANHA'yê ku dewriyeya leşkerên Amerîkî li gundê Xirbet Emo dişopîne kirin û kameraya wî desteser kirin.
Leşkerên rejîma Sûriyê êrişî nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku dewriyeya leşkerî li gundê Xirbet Emo yê başûr rojhilatê Qamişlo dişopîne, kirin. Hat zanîn ku koma çekdar ên El-Dîfa El-Wetanî yên girêdayî rejîma Sûriyê ne êriş kirin e. Leşkerên Amerîkî bersiv dan, leşkerên rejîmê û hat zanîn ku endamek El-Dîfa El-Wetanî hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Nûçegihanê ANHA'yê diyar kir ku hêzên rejîmê êrişî wî kirine û kameraya wî desteser kirin e û piştî gef lê xwarin neçar man ku ji cihê bûyerê dûr bikeve.
Hat zanîn ku li herêmê rewş bi aloz bûye. Hat ragihandin piştî vê êrişê balafirên Amerîka rabûne û li herêmê digerin.