ŞIRNEX - Li Navxweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da. Nexweş ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Hezex a Şirnexê, di saetên serê sibê de, ji ber sedemekê nehat zanîn şewatê rû da. Hat diyar kirin ku şewat li serbanê nexweşxaneyê rû daye. Piştî şewatê, nexweş ji avahiya nexweşxaneyê hatin derxistin.
Li ser agahiyê, gelek ekîbên agirkuj sewqî herêmê hatin kirin. Xebatên vemirandina şewata li nexweşxanê rû da, dewam dikin.