BEDLÎS – Polîsan bi ser mala Serokê Rêxistina HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de girt û ew binçav kirin.
Polîsan serê sibê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi ser mala Serokê Rêxistina HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de girt. Polîsan piştî li malê lêgerîn Pêk anî Dûrsûn binçav kirin. Sedemê binçavkirinê nehat zanîn û Dûrsûn birin Miduriyeta Polîsan a Tetwanê.
Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan li Bedlîsê zêde bibe.