Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn

img

STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî, diyar kir ku ji ber ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî xeta ji bo gelane, hêzên desthilatdar li dijî wî komplo ava kirin û got: “Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî hatin bypasskirin. Azadiya Ocalan bi azadiya civakê ve girêdayî ye.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 21  salin li Girava Îmraliyê tê girtin. Pergala vê girtîgehê di çarçoveya kampa Guantanamo ya ji derveyî qanûnên DYA’yê tê girtin de, hatiye avakirin. Ocalan di vê girtîgehê de, rastî mualeyên herî xirab ên tu carî nehatine dîtin tê. Ocalan ne dikare parêzerên xwe û ne jî dikare malbata xwe bibîne. Bi tu awayî destûr ji bo hevdîtina wî nayê dayîn. Ocalan dinava tecrîda herî giran deye. Ji parêzerên Ocalan Emra Emekçî, derbarê kompluya li dijî Rêberê PKK’ê ya ji aliyê hezên navneteweyî ve teslî Tirkiyeyê hat kirin û pêkanên 21 salin li Girtîgeha Îmraliyê dewam dikin de, ji ajansa me re axivî.   
 
Emekçî, diyar kir ku bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalana ji Sûriyeyê, pêvajoya 15’ê Sibatê dest pê kir û wiha axivî: “DYA’yê bi vê yekê re dest bi projeya Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) kir û Ocalan jî li dijî vê projeyê, amadekariya ‘Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk’ kir. Ji ber ku Ocalan xwedî xeta ji bo gelan bû, hêzên desthilatdar li dijî wî komplo dan dest pê kir. Heta di wê demê de, di çapemeniya Erep de, ji bo Birêz Ocalan dihat gotin ku ‘Selahaddîn Eyyûbî yê Hemdem.’ Birêz Ocalan bi cıvata Erep jî têkiliyên xwe pêş xistibû. Vê jî lîstikên serdestên kapîtalîst ên weke BOP yanî DYA, Îsraîl û Îngîltereyê têk birin. Heta bi reyên cuda peyam ji Birêz Ocalan re şandin û proşeya Rojhilata Navîn ferzî wî kirin. Lê Birêz Ocalan ev teklîf red kirin û ev bersiv da, ‘Ez xwedî xeteke ji bo gelanim. Ez zilamekê xwedî pîvanên nûnertiya utopya wekhevî û azadiya gelan a bi hezaran salîme. Ez şervanê azadiyê me, nabim şervanê tu kesên din.’ Ji ber ku hêzên kapîtalîst, zanîn ku wê nekarin Birêz Ocalan bixin bin kontrola xwe û bikişînin xeta xwe, ev komplo bi plan kirin.” 
 
‘BI PROTOKOLEKE VEŞARTÎ AVA KIRIN’
 
Emekçî, da zanîn ku ji sala 1993’yan de Ocalan di nava “hewldana aştiyê” deye û wiha got: “Hewldanên wê demê, xwestin ku sabote bikin. Ji ber ku hat zanîn ku wê rêveberiya wê demê bi ser nekeve, komploya navdewletî kirin dewrê. Piştî ku Birêz Ocalan hat teslîmkirin, pergal tecrîda Îmraliyê yanî pergal Proto-Guantanamo kirin dewrê. Armanca avakirina Girtîgeha Îmraliyê, şikandina vîna Birêz Ocalan bû. Xwestin vê bi tecrîd û zextan bikin. Ev girtîgehe, ne weke girtîgehên ji rêzê ye. Ji xwe avakirina vê girtîgehê jî, di navbera şandeya CÎA ya di 4’ê Sibatê de hat Tirkiyê û MÎT’ê de bi protokolekê veşartî hat kirin. Naveroka wê protokolê hîna nehatiye aşkere kir. Dema ku mirov bala xwe bidiyê, Girtîgeha Îmraliyê di dîroka 4’ê Sibatê de hat valekirin. Qedexeya çûyîna wê derê jî di 4’ê Sibatê de dest pê kir. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, girtîgehek bi biryara Wezareta Dadê tê avakirin û guhertin. Lê qanûn li Girtîgeha Îmraliyê nehat bi cih anîn. Girtîgeha Îmraliyê bi protokoleke veşartî hatiye avakirin.”     
 
‘PERGALEKE SÊ LING’
 
Prz. Emekçî, Girtîgeha Îmraliyê weke “pergaleke sê ling” pênase kir û wiha bilêv kir: “Ocalan, dibêje ku lingekê wê DYA, lingekê wê Yekitiya Ewrop (YE) û lingê wê yê din jî Tirkiye ye. Ocalan diyar kiribû ku yê ku polîtîkayên Îmraliyê diyar dike DYA’ye, rolê Yekitiya Ewropa binavgîne û rolê gardiyentiyê jî ji bo Tirkiyeyê hatiye dayîn
 
‘HIQÛQ TÊK BIBIN’
 
Emekçî, dest nîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê li gorî pergal tecrîdê hatiye avakirin û wiha rêz kir: “Dema ku Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê, Suleyman Demîrel gotibû; ‘Em nikarin Ocalan bixin girtîgehek bejayî. Ger em bixinê, dê her roj bi mîlyonanan heskiriyên wî û alîgirên wî wê werin ber girtîgehê û çalakiyan pêk bînin. Em nekarin ji binê vê derkevin.’ Ji ber vê girtîgeha giravê hat avakirin. Ji bo ku girêdanbûna gel a bi Birêz Ocalan re qût bikin, ev girtîgeh ava kirin. Ji roja dest pê kê ve tecrîd li Îmraliyê hebû. Gav bi gav pêkanînên li girtîgehê girantir kirin û bi demê re dest bi tecrîda mutlak kirin. Qanûnên li Îmraliyê, bi qanûnên 1’ê Hezîrana 2005’an re, bi navê ‘qanûnên bi Ocalan re’ qanûnî kirin. Ewropaya ku di demê xwe de penabertiya ji Xûmeynî bigirin heye, Marks, Engels û Lenîn qebûl kirin, ev maf ji Birêz Ocalan nas nekir. Yanî ne tenê hiqûqa neteweyî, hiqûqa navneteweyî jî di heman demê de dema mijar bû Ocalan hat bypasskirin.”  
 
BIRYARA DMME JI BO OCALAN Û ENCAMÊN WÊ 
 
Emekçî, daxuya kirin ku di kevneşopîya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de, li dijî dewletan parastina kes heye û wiha pê de çû: “Lê DMME di doza Ocalan de dest ji vê xeta xwe berda. Di doza hat vekirin de DMME’yê, ev biryar da, ‘Ocalan kesekê bi talûkeye, gefan li hemû dewletên cîhanê dixwe. Ji ber vê mirovên bi talûke, dikare bi peymanên veşartî yên navdewletî bên revandin.’ DMME’yê bi vê biryarê re diyar kir ku ji vir û şûnde li cîhanê ewlekariya tu kesî tuneye. DYA’yê jî cesaret ji vê biryarê girt û daxwaza xwe bi cih anî. Ev biryar niha heya sûîkastan jî diçe. Biryara li ser Birêz Ocalan bû sedem ku rê li ber vê yekê vebe. DMME’yê dest pê kê revandina Ocalan meşrû nîşan da û dûre biryara ji nû ve darizandina wî girt. Piştre xwedî biryara xwe ya darizandinê jî, derneket û ser dosyayê girt. DMME di biryara xwe ya sala 2004’an de, qebûl kir ku darizandinek adîlane nehatiye kirin. Dûre jî dest ji vê biryara xwe berda. Birêz Ocalan ev 21 salin, ne derketiye hevdîtina telefonê. Lê DMME’yê di biryara xwe ya 18’ê Adara 2011’an de îdîa kir ku Birêz Ocalan hevdîtina telefonê kiriye. Bi temamî li gorî agahiyên dewletê tevgeriya û biryar da. Dema mijar dibê Birêz Ocalan, em tim rastî nêzîkatiyên polîtîkên. Ev jî cesaretê dide Tirkiyeyê.” 
 
‘HIQÛQA DIJMIN…’
 
Emekçî, diyar kir ku hiqûqa li Îmraliyê tê birêve birin, ne li gorî qanûnên heyîne û wiha got: “Ev pêkanîn li gorî pênaseya hinekan ‘hiqûqa rehînêye’ û li gorî hinekê din jî ‘hiqûqa cezayê dijmin e.’
 
Emekçî, behsa serlêdanên hevdîtina muwekîlên xwe jî kir û wiha domand: “Heya niha hemû serlêdanên me bi 3 awayên cuda hatine redkirin. Heta darbeya 15’ê Tîrmehê jî, bi hincetên ‘Rewşa hewayê’ û ‘kêştî xerab bûye’ destûr nedan hevdîtinan. Piştî darbeyê, OHAL kirin hincet û di 17’ê Nîsana 2019’an de jî qedexeya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê rakirin. Wê demê grevên birçîbûnê hebûn. Wezîrê Dadê daxuyanî da û got wan qedexe rakiriye. Di 2’yê Gulanê de jî hevdîtina bi Ocalan re pêk hat. Lê ji 7’ê Tebaxê ve bi tu awayî bersivê nadin serlêdanên parêzer û malbatê.” 
 
‘AZADIYA OCALAN BI AZADIYA CIVAKÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
 
Prz. Emekçî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Birêz Ocalan li dijî pergala Îmrakiyê, dinava berxwedanek mezin deye û komplo vale derxist. Birêz Ocalan ji bo girtina xwe dibêje ‘Ez ne girtiyê Tirkiyeyê, girtiyê modernîteya kapîtalîzmê me.’ Ji ber vê parastinên li dijî vê amedekirine, hene. Parastinên wî yên 5 cîltî yên li dijî modernîteya kopitalîzmê hene. Di van parastinên xwe de li dijî kapitalîzmê alternatîfa xwe jî datîne holê. Bi van parastinên ku hem komplo û hem jî pergala tecrîdê vala derxist. Birêz Ocalan her tim dibêje, ‘Rol û pozîsyona min a li Îmraliyê, ji bo vale derxistina komployê ye.’ Ocalan diyar dike ku bi awayekê mezin ev komplo vale derxistiye, lê ji bo ku bi giştî vê komployê vale derbixîne, divê erka avakirina pergala  xwe ya modernîteya demokratîk a li herêm û cîhanê bi ser bixîne. Azadiya Tirkiyeyê jî bi avakirina tifaqa demokratîk û tifaqa qanûna bingehîn a demokratîk ve girêdayî ye. Ger, ev tifaq karibe hêza xwe mezin bike, rêxistinbûyîna xwe pêş bixe û bi ser bikeve, wê karibe vê qanûna bingehîn jî, biguherîne. Wê demê, tu wateya vê tecrîdê jî namîne. Wê demê Birêz Ocalan wê azad bibe. Yanî azadiya Ocalan bi azadiya civakê ve girêdayî ye.” 
 
SIBE… Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder: Her kêliya Ocalan bi lêhûrbûna pêşeroja aştiyeke mayînde re derbas dibe.  
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 

Sernavên din

12/02/2020
15:43 Ji 3 saziyan rapora aşûtê: Sersariyek mezin heye
15:35 Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir
15:30 Mesûtoglû di roja 229’emîn de greva birçîbûnê bi dawî kir
15:21 Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin
15:18 Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin
14:52 Jeffrey bi Onal re hevdîtin pêk anî
14:35 Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand
14:31 Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin
14:15 Li Qamişlo rageşî: Leşkerên Sûriyê êrişî leşkerên Amerîka û rojnamegeran kirin
14:03 Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare
13:52 Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir
13:24 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin
13:23 ‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’
12:25 Li herêmê berfê lêlir: Rêyên 142 gundan hatin girtin
12:14 HDP beriya kongreya xwe dicive
12:05 Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê
11:39 Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt
11:36 Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin
11:21 Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê
10:53 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû