Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan

img

STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber ew li gorî daxwazên hêzên emperyalîst ên cîhanê ku çav berdane dewlemendiyê Rojhilata Navîn tev negeriya, rastî komployê hat. Ocalan ku 21 salin li Îmraliyê girtî ye, lîstika van hêzan xera kir û li gorî rastiya dîrok û civakê di aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk de israr kir. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi organîzasyona hêzên kurevî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji bo Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi taybet cih dizayn kirin û pergalek taybet ava kirin. Rêberê PKK'ê Ocalan 21 salin di yek hucreyê de dijî. Ocalan li girtîgehê parastina Riha, Parastina Îmraliye, parastina Gelekî, parastina Ji Sumeran heta Komara Demokratîk û herî dawî parastina şaristaniya Demokratîk ku ji 5 cîldan pêk tê nivîsî. Ocalan bi van parastinan parastina gelê Kurd û Rojhilata navîn kir. Ocalan diyar kir ku bi komploya navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û ev komplo hêj didome û teşhîra polîtîkayên der barê Kurdan de di heman demê de teşhîrkirina polît3ikayên li Rojhilata Navîn e. Ocalan têkildarî pêvajoya derxistina ji Sûriyeyê heta radestkirina Tirkiyeyê bi parastina Îmraliyê û Yunanîstanê hewl da polîtîka û hêzên li pişt vê yekê ronî bike. Ocalan di parastinên xwe de bal kişand ser destê pişt vê koplayê. 
 
Ocalan, di paraznameyên xwe de têkildarî plan û lîstika li dijî xwe bi van hevokan anî ziman: "Hêj ez li Şamê bûm, DYA û Îngîlîstanê qasid şandin û xwest li gorî polîtîkayên wan ên li Rojhilata Navîn tev bigere. Qasidan diyar kirin ku ger li gorî polîtikayên wan tev negere dê wî tasfiye bikin. Min daxwaza wan a hevkariyê red kir. Min diyar kir ku ez dest ji xeta serxwebûn û azadiyê ya di lehê civak û gelan de ye bernadin. Piştre Talabanî hat û got: 'Ocalan te çi kir. Te serê xwe xist belayê!' Talabanî xwest ez biryara xwe di ber çavan re derbas bikim. Xwest min îkna bike ku bi van hêzan re hevkariyê bikim. Lê min ev daxwaz red kir. Ji ber ku min got 'Ez mirovên rêgezan im. Ez xwediyê xeta ji bo gelan im. Ez şervanê azadiyê yê nûnertiya têkoşîna hezaran salan utopya gelan dike me. Ez nikarim bibim şervanê kesên din.' Ji ber vê yekê biryara bi komployê min tasfiyeyê bikin dan. Wisa fikirîn ku min Tasfiye bikin dê PKK jî belav bibe." 
 
‘ESAD REWŞA MIN FERQ KIR' 
 
Ocalan da zanin ku destpêka komploya li hemberî wî di sala 1994'an de dest pê kir û wiha got "Hêj ez li Şamê bûm, Serokê DYA'Yê Bill Clinton piştî 21 sal şûnde hat Sûriyeyê û bi Hafız Esad re hevdîtin kir û xwest min ji Sûriyeyê derxe. Hafız Esad di wê hevditinê de rewşa min u girîngiya min ferq kir. Lê ev daxwaz li pêvajoye belav kir. Ji bo ez ji Sûriyeyê derkevim tu daxwaz li min nekir. Dixwest min li hemberî Tirkiyeyê wekî hêmanê hevsengiyê bikar bîne. Min jî xwest Suriye helwestek stratejik bide. Lê hêza min têra ve yekê nekir. Ger ku Îran bûya min îtîfaqek stratejik pêş xistibûya. Lê di wê mijarê de jî baweriya min bi îranê nedihat. Kurd û Kurdistan her ku diçû ji kontrola wan derdiket. Îsraîl jî ji vê yekê bêzar dibû. Her dem dixwestin Kurdistan û Kurdan di kontrola xwe de bigirin. Dixwest ez ji Sûriyeyê biqetim û dawî li daxwaza xwe ya nasnameya Kurdên Azad bînim." 
 
GIRÊDANBÛNA NATO-GLADÎO
 
Ocalan her tim bi israr diyar kir ku piştî vê hevdîtinê û heya ji Sûriyeyê derketinê, ev komplo bi NATO û Gladioyê ve girêdayî ye. Ocalan, dest nîşan kir ku ew nikarin vê operasyonê, ji hevcihêbûna artêşa Tirkiyeyê û ne guhdarkirina Gladîoyê bigirin dest. Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de berî ji Sûriyeyê derbikeve, diyar kiri bû ku dinava van her du beşan de dijberiyek heye û ev di parastinên xwe de wiha pênase kiribû: “Hêzên kapîtalîst, şerê hegomonîk bi faşîzma Tirkê Spî bi rêve dibe. Ji serdema M. Kemal ve beşek heye ku ji vê yekê aciz û nerehet dibe. Ev welatparêz û Anadolî bûn. Ev welatparêzer û beşên alîgirên aştiyê, ji darbeya 27’ê Gulana 1960’an, heya piştî amadekariyên darbeya sala 2000’an, di ferqa darbekar û komplogeran de bûn. Di rastiyê de, li pişt darbekar û komplogeran Gladîoya NATO heye. Di heman demê de, di nava civaka sîvîl de jî, hêzên alîgirên van her du aliyan hene. Di nava van bi xwede jî her tim têkilî û nakokiyek heye. Li gorî serdeman serweriya hev dikin. Di warê cînî de jî, necarin ku nûnertiya burjuvayên mîllî û hevkar bikin.” 
 
‘LI PÊŞIYA MIN DU RÊ HENE’
 
Ocalan ji bo derketina xwe ya ji Sûriyeyê jî balê dikişîne ser du rêyên li pêşiya xwe. Ocalan van her du rêyan wiha diyar dike: “Rêya yekemûn çiya bû û ya duyemîn jî çûyîna Ewropa bû.” Ocalan di heman demê de encamên van her du rêyan jî wiha pênase dike: “Hilbijartina rêya çiya wê şer mezintir bikiriba. Rêya hilbijartina Ewropayê jî, wê şansê çareseriya diplamatîk û polîtîk ji bo me zêdetir bikira.”
 
Ocalan, sedama hilbijartina reya Ewropayê, wiha datîne holê: “Berî bi rojan amadekariyên rêya çiyê hatibûn kirin. Ev dihat zanîn. Îhtîmala herî mezin berê xwe dayîna çiyê bû. Lê tam di wê demê de, şandeyekê Yûnanî hat gel me û nûnertiya me ya Atînayê Ayfer Kaya, hevdîtinên telefonê yên bi şandeya Yûnanî re kirin, bû sedem ku em berê xwe bidin Atînayê. Pirsgirêka rayedarên Sûriyeyê ew ku ez demildest ji Sûriyeyê derkevim. Lê ji ber çûyîna min a Ewropayê qet ne rehet bûn. Ji ber ku di vê mijarê de alternaftîf ava nekirin, ev jî bû kêmasiyeke wan a pir cîdî. Çûyîna Atîna ya rast di hesabê me de tune bû. Firsendek bû û baweriya me bi cîdiyeta dostên li wê derê hebû. Ji ber vê me nexwest em vê fersendê ji dest xwe derxîn in.  Ger min zanibûya dê wisan bibe, teqez ez ne diçûm wê derê.”
 
‘LI SER KREDIYA IMF’Ê LI HEV KIRIN’
 
Ocalan bi xiyaneta pê re rû bi rû maye di parastinên xwe de çûyîna xwe ya ji Atîna ku diçe Moskovayê ve wiha vedibêje: “Bi piştevaniya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Vladimir Jirinovski li Moskovayê daketim. Di serdemek ku krîza aborî li Rûsyayê rû dida me xwe gihand Moskovayê. Lê feqet vê carê Şefê Îstîhbarata Rûs derket pêşberî me. Wî jî helwestek ku ji ya xwe danediket nîşan dida. Di wan şertan de em nikaribûn li Rûsya bimînin. Xwedî giravê ez 33 rojan veşartî mam. Yên ez li gel wan dimam û bi min re eleqedar dibûn siyasiyên eslê xwe Cihû bûn. Ez bi dirûstbûna wan bawer bûm. Bi rastî jî dixwestin min veşêrin. Lê min vê rêbazê rast nedidît. Di vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê Ariel Şaron û hem jî Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Madeleine Korbel Albright hatibûn Rûsyayê. Li Rûsyayê jî Yevgeniy Primakov Serokwezîr bû. Hemû jî bi eslê xwe Cihû bûn. Her wiha Serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû. Herî dawî li ser krediya IMF’ê ya bi deh milyaran û Projeya Mafî Akimê de li hev kirin û min ji Rûsyayê derxistin.” 
 
‘ALMANYA DERIYÊN EWRÛPAYÊ LI MIN GIRTIN’ 
 
Ocalan derbarê rola Almanya ya wê demê jî wiha dibêje: “Tê zanîn ji bo Almanya min negire di nava hewldanên çawa de bû û çawa tevdigeriya. Ez angaşt dikim; hewldana Almanya ew bû ku rêya çiyê nîşanî min dida. Bi gotinek din rola polîtîkaya Almanya ya di komployê de ew bû ku hemû deriyên Ewropayê ji min re bên girtin. Dikarim bêjim ku Almanya deriyê Ewropayên l imin girt. Baş e, ewqas hevkarî ji kut ê? Çimkî dixwestin min tasfiye bikin.” 
 
‘MIN WEK ZILAMÊ NAYÊ XWESTIN RAGIHANDIBÛN’ 
 
Ocalan helwesta hikumeta Îtalya ya di pêvajoya komployê de eşkere dike û bi van hevokatan dibêje: “Dema mirov li tevahiya meseleyê dinêre Massimo D'Alema demokrasiyek nebaş û ezmûna mafê mirovan dabû. Heke dengê hiqûq û demokrasiyê xurt derketiya wê piştevaniya wî ya ji bo aazadiyê nehata jibîrkirin. Di taliyê de Îtalya wêrek tenegeriyabû û paş de gav avêtibû. Di serî de Îtalya, Almanya û Fransa û deriyên hemû welatên Ewropa ji min re hatibûn girtin. Rewşa bi hezaran kurdan wek a min e. Lê Ewrûpa bi hezaran kurdên siyasî yên peanber hewand. Lê vê Ewrûpayê min wek ‘zilamê nayê xwestin’ li Ewrûpayê ragihandibû. Çimkî ez li Ewropayê bimama wê hiqûqa Ewrûpayê ji bo min bihata sepandin. Lê derfet nedan vê yekê. Di dîlgirtina min de ji destpêkê ve Ewrûpa rola xwe leyîstiye.” 
 
‘MIXA EWIL LI MOSKOVAYÊ LÊ DAN’ 
 
Ocalan di dema pêvajoya kopmloyê têkildarî peywendiyên Amerîka û Rûsya jî got: “Seranserî dîrokê Amerîka û Rûsya her tim dijminê hev bûn. Di mijara tasfiyeya min de yekem car Rûsya û Amerîka li hev kirin û bûn şirikê hev. Ji ber vê yekê ye tiştên hatin serê min dişibin rewşa Hz. Îsa ku hat çarmixkirin. Îhtîmalek mezin perdeya dawiyê dizanibûn amadekiribûn û dileyîstin. Pêvajo amadekirina çarmixê û darbestê bû. Yên li Moskovayê mixên xwe yên ewil ku lê bidana şidandî lê didan. Yekem car bû ku ez bi rûyê wan ku qet dîmenên dostaniyê nîşan nedidan re rû bi rû mabûm. Diyar bû ku biryar ji jorê hatibû û teqez bû.” 
 
'ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ BI KOMPLOYÊ DEST PÊ KIR' 
 
Ocalan, diyar kir ku senaryoya dagirkirina Iraqê û teslîmkirina wî bi hev ve girêdayî ye û ev tişt digotin: "Dagirkirin, di rastiya xwe de bi operasyona li dijî min re dest pê kir. Heman xisûs ji bo dagirkirina Afganistanê jî derbasdar e. A rast, pêngava herî girîng a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin operasyona li dijî min bû. Gotina Ecevît a 'Min bi tu awayî fêm nekir ku Ocalan çima radestî me hat kirin" ne vala bû. Çawa ku Şerê Yekemîn ê Cîhanê bi kuştina welîextê Awûstûryayê ya ji aliyê sirbekî dest pê kir,  Şerê Sêyemîn ê Cîhanê jî bi operasyona li dijî min dest pê kir."
 
 
‘DI ŞEXSÊ MIN DE KOMPLO LI GELÊ KURD Û TIRK HATE KIRIN'
 
Ocalan, di paraznameyên xwe de bi israr diyar dike ku di şexsê wî de ne te li kurdan, li tirkan jî komplo hatiye kirin. Ocalan vê rastiyê bi van hevokan aniye ziman: "Rengê radestkirinê û niyeta kesên ku di vê radestkirinê de rol girtine, ne bidawîkirina 'terorê' û çareserî ye, kûrkirina bingeha nelihevkirinê ya ji bo 100 sal in din e. Xistina min a komployê, ji bo niyeta wan firsendeke baş pêşkêşî wan kiribû. Wê bixwestina heta dawiyê vê firsendê bi kar bînin. Lewre heke bixwestina dikaribûn bandoreke baş a erênî, li geşedanên têkildarî ve yekê bikirana. Lê timik neçareseriyê digerin û pirsgirêk werdigerînin xitimandinê. Dihat xwestin dubendiya Îsraîl û Filistînê bê avakirin. Çawa ku 100 sal e dubendiya  Îsraîl û Filistînê li Rojhilata Navîn xizmeta hegemonıya rojava dike, dubendiya kurd û tirkan ku ji wê mezintir jî wê herî kêm sed sal xizmeta hesabên hegemonîk bikira. Jixwe di sedsala 19'emîn de neçareseriya pirsgirêkên nîjadî û mezhebî yên li herêmê bi heman armancî bûne. Rastiya Îmraliyê, agahiyên min ên xam ên têkildarî vê yekê baş gihand. Lê pirsgirêka herî girîng a li pêşberî min, qebûlkirina vê yekê ya bi rêveberên tirk bû. Komploya di şexsê min de ji kurdan pirtir li tirkan hatiye kirin a qebûlkirina bi tirkan pirsgirêka herî girîng bû." 
 
PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ 
 
Ocalan, destnîşan kiriye ku pêvajoya Îmraliyê, ji bo xerakirina vê lîstîkê jê re bûye platformeke baş, li ser bijarteya çareseriya siyasî ya demokrasî û aştiyê hûr bûye, bingeha teorîk a vê yekê xurt kiriye û felsefe û armûma vê yekê bi pêş xistiye. Ocalan, bi van xebatên xwe yên zor ku gelek sebrê dixwazin bawer kiriye ku komployê vala derxe û alternatîfên çareseriyê hilberîne û ev tişt gotiye: "Di vê mijarê de ji bilî jixwebawerkirinê tu çareyeke min tunebû. Di rastiyê de niyeta kesên ku di komployê de cih girtine cuda bû. Di şexsê min de dixwestin PKK û Tevgera Azadiyê biqedînin. Pêkanînên girtîgehê û nêzikbûnên AÎHM û YE'yê girêdayî vê armancê bûn. Tevegereke Kurd a bêyî min hedef dikirin. Dihat xwestin ku Tevgereke Kurd a bi versiyoneke modern ku di xizmeta efendiyê xwe de be bê avakirin. Xebatên dûr û dirên ên Amerîka û Ewropayê ji bo vê yekê bûn. Stratejî û taqtîk di çarçoveya vê planê de dihatin pêşxistin. Parastina min a li dijî vana, ne xwe dispart helwesta ordodokê ya klasîk û ne jî xwe dispart xwe rixgarkirin û başkirina şertên xwe. Tişta ku şekil da parastina min, prensîb û rêya çareseriya demokratîk û aştiyane ya li gorî rastiya civakê û dîroka gelan bû."
 
Sibê: Parêzer Emran Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqê hatine xitimandin
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/02/2020
15:43 Ji 3 saziyan rapora aşûtê: Sersariyek mezin heye
15:35 Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir
15:30 Mesûtoglû di roja 229’emîn de greva birçîbûnê bi dawî kir
15:21 Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin
15:18 Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin
14:52 Jeffrey bi Onal re hevdîtin pêk anî
14:35 Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand
14:31 Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin
14:15 Li Qamişlo rageşî: Leşkerên Sûriyê êrişî leşkerên Amerîka û rojnamegeran kirin
14:03 Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare
13:52 Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir
13:24 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin
13:23 ‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’
12:25 Li herêmê berfê lêlir: Rêyên 142 gundan hatin girtin
12:14 HDP beriya kongreya xwe dicive
12:05 Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê
11:39 Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt
11:36 Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin
11:21 Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê
10:53 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû