Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan

img

AMED – Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya MED TUHAD-FED’ê de axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Yasa ji bo girtiyên din çi be ji bo birêz Ocalan jî ew e.”

Ferasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji tecrîtê re na û ji girtiyên siyasî re azadî” 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela Demîr a li navçeya Sûrê ya Amedê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Di kongreyê de dirûşm hatin berzkirin. 
 
‘KOMPLO HÊJ DIDOME’ 
 
Ji bo dîwana kongreyê endam hatin bijartin û deqîqeyek rêzgirtin pêk hat. 
Axaftina vekirinê endama MED TUHAD-FED’ê Leyla Ayaz kir û diyar kir ku spean û zextên di serdema darbeya 12’ê Îlonê îro jî didome û divê partiyên li Meclîsê vê rewşê bigirin rojeva xwe û birêkûpêkkirinên yasayî pêk werin. 
 
Li ser navê Şaxa MED TUHAD-FED’ê ya Stenbolê Mehmet Temîzyuz jî axivî. Temîzyuz radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 15’ê Sibatê de bi komployek navdewletî pêk hat bibîr xist û got: “Komploya li ser birêz Ocalan hêj didome. Heta komplo bi temamî neyê şikandin dê azadî ne were Rojhilata Navîn û ne jî gelê kurd azad bibe.” 
 
‘BÊTEDBÎRÎ BERPIRSIYARIYA ÎQTÎDARÊ YE’ 
 
Pişt re Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û ewil bal kişand ser karesata erdheja Xarpêtê, aşûta li Wanê û qezaya balafira li Stenbolê û got: “Birpirsiyarê hemû bêtedbîriya ya îqtîdara vî welatî ye.” 
 
‘DI PÊVAJOYEK WIHA DE KONGRE GIRÎNG E’ 
 
Buldan bal kişand ser girîngiya kongreyê û got: “Bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Bi awayek dijqanûnî tên girtin. Binpêkirinên mafan her roj qat bi qat zêde dibin. Di pêvajoyek wiha de pêkanîna kongreyê gelek girîng e. Ez bejna xwe li ber hemû cangoriyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane ditewînim.” 
 
‘REHÎN GIRTIN WEZÎFEYA AKP’Ê YE’ 
 
Buldan da zanîn ku bi hezaran siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne û “Her kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê birêve dibin girtî ne. Dixwazin bi girtîgehan van însanan bêbandor bikin. Vê axê şahidiya gelek sepanên dij mirovahî kiriye. Bedela herî giran li girtîgehan tê dayîn. Em di serdemek ku hemû girtîgeh hatine tijîkirin de derbas dibin. Di dîroka komarê de tu demê ewqas kes nehatiye girtin. Kî AKP’ê rexne dike diavêjin zîndanan. Rehîne girtin wezîfeya AKP’ê ye.” 
 
‘QATIL LI DERVE NE’ 
 
Buldan anî ziman ku girtina siyasetmedarên kurd encamên polîtîkaya dijminahiya kurdan e û got: “Yên bêsûc û bêguneh di girîgehan de ne û qatil jî tên berdan û li derve ne.” 
 
‘21 SAL IN TECRÎT DIDOME’ 
 
Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “21 salin birêz Ocalan bi tecrîdek girankirî re rû bi rû ye. Tecrîta girankirî ji 5’ê Nîsana 2015’an ve didome. Tecrît bi har awayî hatiye bikaranîn. Ev ne cara ewil e ku em tecrîtê dibînin. Tam 21 sal in tecrît di hundirê tecrîtê de pêk hatiye. Dema ku kêrî karê rêveberên vî welatî tê heyet û siyasetmedaran û parêzeran dişînin û dema kêrî karê wan nayê nahêlin tu kes biçe. Ya ku van hevdîtinan qedand zîhniyeta AKP’ê ye û ev zîhniyet li pêş çavê me ye. 21 sal in heman tişt didomin. 
 
PÊDIVÎ BI AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ HEYE 
 
Birêz Ocalan her dem piştevaniyê daye aştiyê. Ji bo li Rojhilata Navîn aştî ba bibe, her cûre hewldanê pêk aniye. Yên vî welatî birêve dibin her ji bo îqtîdara xwe biparêzin her cûre hevdîtinan asteng dike. Wek ku birêz Ocalan dibêje, pêdiviya vî welatî bi aştî, demorkasî û azadiyê heye. 
 
TIRKIYE DI BIN TECRÎTÊ DE YE 
 
Tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo girtiyan û malbatên girtiyan yasayên heyî çi be ji bo birêz Ocalan jî heman yasa derbasdar in. Tunehesibandina van yasayan nayê qebûlkirin. Ji bo tecrît were rakirin bi hezaran însan 200 roj bedena xwe dan ber birçîbûnê û rojiya mirinê. Helbet tecrît ne rêbazek qebûlkirinê ye. Divê tecrît demildest were rakirin. Em carek din dibêjin divê malbat û parêzer biçin hevdîtina birêz Ocalan. Tecrît tenê bi birêz Ocalan sînorkirî nemaye, tecrît sîrayetî hemû girtîgehan kiriye. Tirkiyte hemû tê tecrîtkirin.” 
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DEMILDEST WERIN BERDAN’ 
 
Buldan bal kişand ser rewşa girtî û hikumxwaran jî û wiha got: “Îro bi sedan girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên nexweş yek ji xalên pêvajoya çarseriyê bû. Birêz Ocalan tim dibêje divê girtiyên nexweş werin berdan. Em carek din bang dikin divê demildest girtiyên nexweş werin berdan û şert û mercên girtiyan were başkirin û dawî li binpêkirina mafan were.” 
 
‘AZADÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ MIMKIN E’ 
 
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û da zanîn ku azadî rakirina tecrîdê mimkin e. 
 
Endamê MED TUHAD-FED’ê yê Amedê Yûsûf Çakas jî diyar kir ku ew hemû girtiyan silav dikin û xwest ku girtiyên nexweş demildest werin berdan. 
 
Di hilbijartina pêk hat de Hava Ozcan ji bo serokatiya rûmetê ya MED-TUHAD-FED’ê hat bijartin û ji bo Hevserokatiya MED-TUHAD-FED’ê jî Mehmet Temîzyûz û Elîf Haran hatin bijartin. 
 

Sernavên din

09/02/2020
17:08 Ji rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û STO’yan bang: Mzirakli berdin
16:02 Aydenîz: AKP û MHP li ser mexdûriyetiyê şow dikin
15:24 Guven: Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide
14:22 Danişîna Mizrakli sibê ye
14:04 Şenoglû: Li dijî polîtîkayên hilwişandinê xeyalên me hene
13:45 Polîsê Trafîkê bi motorê li jinekê xist
13:05 Bavê 3 zarokên wî girtî binçav kirin
12:55 Kyrle: Daraz ji bo bêdengkirina çapemeniyê bû amûrê siyasetê
11:43 Li Şemrexê agir bi malekê ket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:30 Temellî: Şewata mirovan şerma vî welatî ye
10:27 Hediye Levent: Tirkiye bi Sûriyeyê re têkeve şer dê bi tenê bimîne
09:21 Li Wanê 13 penaber qerizîn û mirin
09:20 Li Hezar û 176 rojên qedexe 15 rojên din zêde kirin
09:07 Wê komên çekdar ên li Îdlîbê bi ku ve biçin?
09:06 Xwest ên gor çêkirin û dan çêkirin tevan ceza bikin
09:05 Piştî nerazîbûna ji bo lêgerînê cezayê hucreyê hat betalkirin
09:04 Kaya yê ji bin aşûtê filitî: Tevdîr nehatibûn girtin
09:04 Keşîş Bîleçen bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' tê sûcdarkirin
09:03 Girtiyê nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe
09:02 Doz li 30 kesên tev li çalakiya şermezarkirina qeyûman bûn hat vekirin
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir