IDLIB - Bi peymana Astanayê re ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê hatibûn avakirin, 4 jê hatin dorpêçkirin û 4 binkeyên derî peymana Astanayê li navçeya Serakîbê hatibûn çêkirin hatin bin xistin.
Tirkiyeyê bi civîna Astanayê re li sînorên Idlîbê li Salwa, Qela Saman, Çiyayê Aqil, Til Eys, Til Tûqan, Surman, Anedan, Zeytûna, Morek, Raşidîn, Zawiye û Iştebraxê binkeyên çavdêriyê ava kiribûn. Lê belê bi van binkeyan jî nikaribû operasyona rejîmê asteng bike.
ARMANCA ASTANAYÊ
Bi binkeyên çavdêriyê yên piştî civînên Astanayê hatin avakirin, armanc ew bû ku di navbera rejîma Sûriyeyê û komên muxalif (El Nûsra ne tê de) qadeke 15 kîlometreyî bê bêçekkirin û rêya M4 û M5'ê bê kontrolkirin. Lê belê Tirkiyeyê peywira xwe ya ji bo binkeyên çavdêriyê pêk neanî û li Îdlîbê bû hamiyê El Nûsrayê û komên din Heyet EL Tahrîr Şamê kirin yek û van binkeyên navbirî radestî wan kiribû.
4 BINKE HATIN DORPÊÇKIRIN
Rûsyayê gelek caran îxtar dabû Tirkiyeyê, lê belê dîsa jî Tirkiyeyê peywira xwe bi cih neanî bû. RLi ser vê hêza rejîmê ku Rûsya piştgiriyê dide ber bi Îdlîbê ve operasyon li dar xistin û xwest rêya M4 û M5'ê têxe bin kontrola xwe. Rejîmê ev plan gav bi gav pêk anî û bi piştgiriya Rûsyayê Xan Şeyhûnê azad kir. Di van operasyonan de binkeyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê yên li Morek, Surman, Raşidîn, Til Tûqanê dorpêç kirin. Her wiha bi topan êrîşî binkeya Morek û Sûrmanê jî kir.
Rejîm, li gor agirbesta demborî ya Rûsya û Tirkiyeyê tev geriya û heta mehek berê jî operasyon rawestandibû. Lê belê rejîm dîsa tev geriya û vê carê berê xwe da binkeya Maaret El Nûmanê ku Tirkiyeyê derî peymana Astanayê ava kiribû û binkeya navbirî azad kir. Piştî vê berê xwe da navçeya Serakîbê. Tirkiye ku nikare pêşî li ber rejîmê bigire, rabû 4 binke li dor Serakîbê ava kirin. Ji van binkeyan yek jê bû hedefa topên rejîmê û 8 eskerên Tirkiyeyê miribûn.
MA / Nazim Daştan