* 12 qeyûmên tayînî şûna endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin, derbasî AKP'ê bûn. Di civîna ewil de meaşê Cîgirê Şaredar Mûhammet Akar ji 185 TL'yî kirin 11 hezar TL.
* Îsmaîl Guneşê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ceza lê hat birîn û cezayê wî hat taloqkirin, vê carê li Îzmîrê ji ber parvekirinên medyaya civakiyî bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" doz lê hat vekirin.
* Bi peymana Astanayê re ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Îdlîbê hatibûn avakirin, 4 jê hatin dorpêçkirin û 4 binkeyên derî peymana Astanayê li navçeya Serakîbê hatibûn çêkirin hatin bin xistin.
* Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, polîs Seyfûllah Çinar, hevjîna xwe ya polîs û xesuya xwe kuştibû. Çinar, di îfadeya xwe de gotibû berî ku hevjîna xwe û xesuya xwe bike plan xwe çê kiriye. Lê belê di îafdeya xwe de jî gotiye "hatiye tehrîkkirin".
* Meclîsên Jinan wê 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê li dar bixe. Ji Meclîsên Jinan Melek Onder got ji bo têkoşîna jinan pêşdetir bibin dê nexşerêya 2 salan derbixin.
* Tembûr hemû êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Bi taybetî ji bo elewiyan xwedî cihek girîng e. Hosteyê tembûran Dogan Koşan got ji bo ew vê çandê nede jibîrkirin têdikoşe.
* MED TUHAD-FED, dê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela Demir a Amedê li dar bixe. (10.00)
* Federasyona Komeleyên Hekîmên Malbatan dê li Qada Anitpark a Enqereyê li dijî tundiya "Di tenduristiyê de û mafên winda" mîtîngê li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi boneya aqubeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 776’an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 573'an de li Amedê û di hefteya 479'an de jî li Êlihê çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.20)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 411'an de çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
* Komeleya Hiquqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê dê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Odeya Endezyarên jeolojî li dar bixin. (13.00)
* Rêxistinên Elewî yê li Enqereyê bi boneya berdana kujerê komkujiya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç şermezar bikin, dê li pêş Wezareta Edaletê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 283'an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniye. (14.00)
* Piştevaniya Xemrî/Mor dê bi dirûşma "Ji Înadê re têkoşîn, ji înadê re azadî" 2'emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê li Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê li dar bixin. (10.00/18.30)