AMED – Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak ku ji Doza Sereke ya KCK’ê dihat darizandin bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Ertak ê cezayê wî hat erêkirin îro hat girtin.
Serokê Şerdariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak ji Doza Sereke ya KCK’ê hatibû darizandin. Ertak ji dozê 3 sal û 5 meh girtî mabû. Di çarçoveya dozê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ertak hatibû birîn. Hat zanîn ku Dadgeha Bilind cezayê Ertak erê kiriye.
Ji ber vê yekê vê sibehê polîsan bi ser mala Ertak a li Amedê de girt û ew binçavkirin û ewil birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Li emniyetê biryara girtina Ertak jê re hat xwendin û ji bo cezayê xwe yê mayî ku ji 15 mehan pêk tê, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.