NAVENDA NÛÇEYAN – Pîlot Bahadir Altan ê derbarê qezaya balafira li Stenbolê de nirxandin kiribû ji aliyê Şîrketa Rêya Hewayî Pegasûsê ve ji kar hat derxistin.
Balafira aîdî Şîrketa Pegasûsê roja çarşemê li dema ji Îzmîrê diçû Stenbolê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji pîstê derket û qeza kir. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 180 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî qezayê pîlot Bahadir Altan ê li Pegasûsê dixebite, televîzyona CNN Turkê wî beşdarî bernameyê kir û derbarê qezayê de nirxandinan kir. Bi boneya Altan bêtedbîriyan rexne kir, CNN Turk weşanê qût kiribû û axaftina wî di nîvê de qût kiribû. Şîrketa Pegasûsê bi boneya Altan nirxanin kiriye dawîl i karê wî anî. Altan ê berê pîlotiya şer kiriye di hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku Pegasûsê dawî li karê wî aniye.
Altan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Pergala kamyona ku frênê wê teqiyan e, sûcdar dît! Pegasûsê peymana min a kar betal kir. Wê hêza we negihîje ku hûn heqîqetê veşêrin. Ne gefên we ne jî ji kar avêtina we wê nikaribe me bêdeng bike. Em ê vî welatî radestî we nekin ku hûn hilweşînin.”