STENBOL - Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ji bo ku balê bikişînin ser greva birçûbûnê ya 7 parêzerên ku ji 3’yê Sibatê ve bi daxwaza darizandineke adîlane di greva birçîbûnê dene, daxuyanî dan û banga pêşwazîkirina daxwazên parêzerên di greva birçîbûnê dene kirin.
Derbarê Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Selçûk Kozagaçli, endamên ÇHD’ê Aycan Çîçek, Aytaç Unsal, Barkîn Tîmtîk, Ebrû Tîmtîk, Ergîn Gokoglû, Ayşegul Çagatay û Oya Aslan ên ji 3’yê Sibatê ve li girtîgehê di greva birçîbûnê dene de, li Baroya Stenbolê civîna çapemenê hat lidarxistin.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Koma Hiqûqnasên Hemdem û Baroya Hiqûqî ya Gel beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û Zuleyha Gulum, Endamê Lijneya Rêveber a TIHV’ê Umît Bîçer, Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe, nivîskar Temel Demîrer û gelek hiqûqnas beşdarî civînê bûn. Bi salona civînê ve pankarta “Em gel parêzerên girtîne” hat daliqandin.
Rêveberê Giştî yê ÇHD’ê Umît Buyukdag, metn a çapemeniyê xwend û got: “Hempîşeyên me yên girtî, tenê dixwazin bi awayekê adîlane bên darizandin. Di encama dadgeheke bêesl bi giştî 159 sal cezayê girtîgehê li hempîşeyên me hatin birîn. Serokê komeleya me û endamên me ev 2 salin girtîne û li girtîgehên cuda dimîn in. Em dixwazin ku daxwazên hevalêm me bên qebûl kirin. Weke ÇHD’ê em li gel hevalên xwe yên girtîne û em piştgiriyê didin daxwazên wan. Ji bo ku berxwedana wan bi serkevê, em ê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe dewam bikin.”
Hevjîna Aytaç Unsal ê di greva birçîbûnê de parêzer Dîdem Baydar Unsal, Hevseroka OHD’ê Ayşe Canîklî, Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, nivîskar Temel Demîrer û Endamê Lijneya Rêveberiya TÎHV’ê Umît Bîçer jî di axaftinên kirin de xwestin ku daxwazên parêzeran bên qebûl kirin û banga xwedî derketinê li raya giştî kirin.
Civîn piştî axaftina bi dawî bû.