AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiya heftane ya ji bo Tahîr Elçî de axivî û xwest cudarî û êrişên nijadperest ên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin.
Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin werin dîtin û derxin pêşberî darazê di hefteya 214’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin. Serokê Baroyê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku di lêpirsîna kuştina Tahîr Elçî de heta niha tu pêşketin çênebûye û heta kujer werin dîtin dê têkbikoşin.
Aydin bi bîr xist ku tîmên futbolê yên bajarên herêmê bi cudakarî û êrişên nijadperest re rû bi rû dimînin û xwest êrişên li dijî van tîman bi dawî bibin.