STENBOL – Derbarê Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser de bi hênceta manşeta “Ji vê kaniyê aştî naherike” ya rojnameyê doz lê hatibû vekirin. Dadgehê di danişîna ewil de biryara beratê da.
Rojnameya Yenî Yaşamê piştî Tirkiyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êriş ber ser bajar û navçeyên Rojava, manşeta “Ji vê kaniyê aştî naherike (Bu pınardan barış akmaz)” nivîsandibû. Ji ber vê manşetê derbarê Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Aydin Keser de bi angaşta “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Stenbolê hat lidarxistin. Keser û parêzerê xwe beşdarî danişînê bûn.
Piştî nasnameya Keser hat xwendin, parastina xwe bi nivîskî pêşkêşî dadgehê kir. Keser da zanîn ku temaya bingehîn a nûçeyê ji nêrîna kes û saziyan pêk tê û ji ber vê yekê jî sûc nekirine. Keser ji dadgehê xwest were beratkirin.
Parêzer jî parastina miwekîlê xwe Keser kir û got nûçe nebûye sedemek sûc û xwest miwekîlê wî were beratkirin.
Dozger biryara xwe eşkere kir û ji ber di nûçeyê de teşwîqa tundî û cebîrê nîne xwest Keser were beratkirin.
Pişt re dadger, derbarê Keser de biryara beratê da.