WAN - Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê lê rû da bû, girtin.
Piştî 3 rojan rêya herêm aşûtê ya li navçeya Miksê ya Wanê lê rû da, 41 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan û 84 kes jî birindar bûn, girtin. Leşkeran piştî 3 rojan hêj nû rêbejahiya Wan-Şaxê kontrol kirin û 2 cihên kontrolê danîn. Ev bergiriya ku divîbûya ji roja dest pê kê ve bihat girtin û 3 roj şûnde hat girtin, rastî bertekan hat. Heta niha 41 kesî di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan û 84 kes jî birîndar bûn.
Di heman demê de, xebatên lêgerînê yên ji bo Mehmetcan Taşdemîr ê di bûnya Serokatiya Daîreya Agirkûj a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de karê agirkujiyê dikir, dewam dikin.