WAN - Li Miksê, piştî 3 roj bi ser karesata aşûtê ya 41 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan re derbas bûn, hêj nû ji bo bûyera aşûtê mifetîş peywirdar kirin.
Wezîrê Karê Hundir, piştî 3 roj bi ser karesata aşûtê ya li ser Rêbejahiya Navçeya Miksê ya Wanê rû da, 41 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan û 84 kes jî birindar bûn re derbas bûn, hêj nû 3 mifetîş peywirdar kirin.
Li herêma aşûtê, xebatên lêgerînê yên ji bo Mehmetcan Taşdemîr ê di bûnya Serokatiya Daîreya Agirkûj a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de karê agirkujiyê dikir, dewam dikin.