STENBOL – Polîsan serê sibê bi ser gelek malên li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê de girtin û gelek kesan binçav kirin.
Polîsan vê serê sibê li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê bi ser gelek maland de girtin. Polîsan deriyê malan şikand û ketin hundiran û kelûpelên welatiyan serûbin kirin.
Di serdegirtinan de ji navçeya Bahçelîevlerê Dayika Aştiyê û siyasetmedar Canşah Cemîle Çelîk, rêveberê rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê Serkan Yilmaz, xebatkarê rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Mustafa Turgut, ji navçeya Kuçukçekmeceyê Îhsan Sînmîş û ji navçeya Esenyûrtê jî Adem Ozyûrt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Çelîk û Yilmaz birin Fermendariya Cendirmeyan a Bajêr ku li Maslakê ye.
Nehat zanîn ku ka binçavkiriyên din li ku tên ragirtin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn.