ENQERE - Li navçeya Çûbûkê, cenazeyê jina ciwan xwendekara lîseyê Şeyma Yildiz li kêleka rê hat dîtin. Derket holê ku Yildiz ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin.
Li Taxa Kargin a Navçeya Çûbûk a Enqerê, di saetên şevê de cenazeyê jina ciwan Şeyma Yildiz li kêleka rê hat dîtin. Kesên cenazeyê Yildiz dîtin agahî dan polîsan. Ekîbên tenduristiyê û polîsan ên hatin cihê bûyer, diyar kirin ku Yildiz bi demançê hatiye kuştin.
Ekîbên tenduristiyê piştî lêkolînê cenazeyê Yildiz rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Halîl Şivgin a Çûbûkê. Piştî bûyer derket holê, bavê jina ciwan xwendekara lîseyê Şeyma Yildiz H. Yildiz hat Miduriyeta Polîsan a Çûbûkê û teslîm bû.