NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa nûçeyan SANA ya fermî ya Sûriyeyê, ragihand ku hêzên rejîmê ketin herêma Seraqîb a Îdlîbê.
Ajansa Nûçeyan SANA ya fermî ya Sûriyeyê, ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyeyê piştî şer û pevçûnên mezin ketin bajaroka Seraqîb a girêdayî Îdlîbê. Di nûçeya ajansê de wiha hat gotin: “Yekîneyên artêşê, ketin bajaroka Seraqîb a Îdlîbê. Hêzên leşkerî li bajarokê dest bi paqijkirina mayîn û teqemeniyan kirin.”