STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku li Herêma Marmarayê 457 jê giran bi giştî 3 hezar û 333 girtiyên nexweş hene û got: "Ji bo mafê 'lihevhelalkirinê' jî gavek nayê avêtin û got, hê jî muayenekirina bi hawayê kelemçekirî didome.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ku der barê girtiyên nexweş ên di girtîgehên Herêma Marmarayê de tev digere û her şemî ji bo girtiyan Rûniştina F'yê li dar dixe, lîsteya girtiyên nexweş a sala 2019'an rojane dike. Endama komîsyonê Hatîce Onaran, diyar kir ku wê lîste di Adar-Nîsanê de amadebe.
HEJMARA GIRTIYÊN NEXWEŞ: 3 HEZAR Û 333
Onaran, destnîşan kir ku li Herêma Marmarayê 457 jê giran bi giştî 3 hezar û 333 girtiyên nexweş hene û got, mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin û her diçe pêkanînên li girtîgehan girantir û dijwartir dibin.
Onaran, anî ziman ku di amadekirina lîsteya girtiyên nexweş de girtiyên polîtîk piştgirî dane wan û got: "Ew jî agahiyan bi me re parve dikin. Dinivîsin, bi hawayekî digihînin hevalên me. A rast, ne tiştekî rast e ku mirov lîsteya girtiyên nexweş wekî nexweşên giran û girtiyên nexweş dabeş bike. Çimkî piştî pêvajoya Rewşa Awarte binpêkirinên mafan hîn jî didomin û ji ber binpêkirina mafê tenduristiyê hê jî pirsgirêk rû didin. Dibêjin, 'tenê serê wî/ê diêşe, sînuzîta wî/ê heye, diranê wî/ê diêşe, ev ne nexweşînên giran in'. Û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin".
Onaran, diyar kir ku ew mirovên di şert û mercên girtîgehan de dabeşî du qisman dikin û got: "Ên berî girtinê nexweş û ên piştî tên girtin nexweş dikevin û rewşa wan giran dibe. Li gel vê ên di şert û mercên girtîgehê de ji ber şert û mercn tecrîdê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin jî hene. Di van şert û mercan de nerihetiyeke biçûçik jî tesîrê li mirovan dike. Carinan kêmgirtina diranan bi xwe jî heta demeke dirêj nayê tedawîkirin û paşê dibe sedema pirsgirêkên mezin".
‘WÊ HEJMARA GIRTIYÊN NEXWEŞ ZÊDE BIBE'
Onaran, destnîşan kir ku heger şert û mercên girtîgehan neyên başkirin wê hejmara girtiyên nexweş zêde bibe û got: "Em behsa başkirina şertan dikin, lê belê em dibînin ku her diçe girantir dibin. Radibin dîwarên hewadariyan bilintir dikin. Ser qawîşan bi têlan digirin. Ev tişt hemû rê li ber nexweşînan vedikin".
‘DIVÊ BIJÎŞK HER ROJ LI GIRTÎGEHÊ BIN'
Her wiha Onaran destnîşan kir ku li girtîgehan pirsgirêka bijîşkan jî heye û ji bo tevdîrgirtinê divê bijîşk her roj li girtîgehê bin. Onaran, got: "Gava girtiyek nerihet bibe û wê kêliyê bijîşk tunebe wê çi bibe? Heta ambulans bê û mudaxileyî girtî bike wê wext derbas bibe. Yanî wê bibe sedema pirsgirêkên mezin. Niha li ber girtîgehan nexweşxaneyên kampusê hene. Lê belê pirî caran çûyîna wir jî tê astengkirin".
‘MUAYENEYA BI HAWAYÊ KELEMÇEKIRÎ'
Onaran, destnîşan kir ku girtiyên sewqî nexweşxaneyê tên kirin muayeneya bi hawayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin û got: "Muayeneya bi hawayê kelemçekirî binpêkirina mafan a herî giran e. Ev bi salan e heye. Ji roja ku der barê vê de rêziknameyek hatiye amadekirin, gelek girtî nayên muayenekirin. Dibêjin qanûn wiha difermîne. Lê em ne mecbûr in qebûl bikin. Ji bo bijîşk baş mudaxileyî nexweş bike an jî nexweş nexweşîna xwe baş jê re bêje, divê muayeneya bi hawayê kelemçekirî bi dawî bibe".
‘MAFÊ LIHEVHELALKIRINÊ'
Onaran, diyar kir ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û bal kişand ser Koçer Ozdalê ku di 27'ê Tebaxa 2018'an de li Nexweşxaneya Numûneyê ya Enqereyê ku bi nivînê hatibû kelemçekirin û bi vî hawayî jiyana xwe ji dest dabû. Onaran, got: "Piştî rewşa Koçer Ozdal em li bendê bûn rayedar gavina bavêjin. Berevajî vê tev geriyan, şert û merc girantir kirin. Berî ku Ozdal jiyana xwe ji dest bide, milên wî ji ber kelemçeyê werimîbûn. Lê dîsa jî kelemçe venekiribûn. Em ÎHD, dibêjin mafê lihevhelalkirinê. Ji xwe hin girtî hene bi makîneyê dijîn û diyar e wê jiyana xwe ji dest bidin. Em dibêjin qet nebe bira wextê xwe yê mayî li cem malbatên xwe derbas bikin. Lê belê ji bo vê yekê gavek jî nehatiye avêtin, nayê avêtin".
Onaran, ji bo rewşa girtiyên nexweş bang li rayedaran kir û got: "Di girtîgehan de hin girtî hene ku cihê wan ne ew der e. Par girtî Alî Haydar Yildiz jiyana xwe ji dest dabû. Yildiz, li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê riziya û jiyana xwe ji dest da. Wekî wî bi dehan mînak hene. Em naxwazin ev hejmar zêde bibe. Loma em dixwazin rewşa girtiyên nexweş esas bê girtin. Em ji paceya mafê jiyanê nêzî meseleyê dibin. Divê wisa be jî. Kesê ku li Madimakê bi dehan kes kuştin bi hinceta 'pirgirêka tenduristiyê' tê berdan. Divê rewşa girtiyên nexweş jî esas bê girtin. Ev dubendî nayê qebûlkirin".