* Şaredariya CHP'î ya Seyhana Edeneyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandiniyê Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Pirsgirêkên Çandiniyê ava kir.
* Tûtinfiroşên Semsûrê, destnîşan kir ku hikûmetê çav berdaye nanê wan û gotin: "Bi qanûna tûtinê mafê me yê jiyanê ji destê me tê girtin".
* Ferhat Karakaş ku dema di fabrîkayê de dixebitî destê wî ket ber makîneyê anî ziman ku gava ji nexweşxaneyê sewqî nexweşxaneyeke din hatiye kirin ambulans nehatiye peydekirin. Rayedarên nexweşxane û fabrîkay jî ji bo van îdiayan gotin, tiştekî wisa tuneye.
* Çalakiya li ber avahiya HDP'ê êdî veguheriye lîstikeke şanoyê. Harûn Açanê ku dema li Almanyayê bûye, tev li nav PKK'ê dibe. Paşê ji nav rêxistinê direve û diçe Herêma Kurdistana Federe. Piştî salekê gava dixwaze biçe Almanyayê tê zevtkirin û wî tînin Tirkiyeyê. Paşê wekî "serketina çalakiya li ber avahiya HDP'ê" berpêşî raya giştî kirin.
* 34 roj derbas bûne, lê hê jî xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû nehatiye dîtin. Jinên dersimî gotin, xebatên lêgerînê û lêpirsîna hatiye destpêkirin divê dorfirehtir bibin.
* Performansên solo ku ji Îran, Hollanda, Azerbêcan û Tirkiyeyê gelek hunermend di nav de cih digirin, wê li Amedê derkevin ser dikê.
* Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku li Herêma Marmarayê 457 jê giran bi giştî 3 hezar û 333 girtiyên nexweş hene û got: "Ji bo mafê 'lihevhelalkirinê' jî gavek nayê avêtin û got, hê jî muayenekirina bi hawayê kelemçekirî didome.
* Yekemîn danişîna doza 28 siyasetmedarên Kurd ên hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)
* Platforma Ziman a Kurd, tê têkildarî zimanê Kurdî û ziyaretên partiyên siyasî ya li Enqereyê li avahiya PAK'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên rojevê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11:00)
* Endamên Mala Gel a li Enqereyê bi boneya pereyê ku Başkentgazê bi rêya Kizilayê daye Vakfa Ensarê dê li pêş avahiya PTT'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Danişina doza 36 kesên li Navçeya Nisêbînê hatin girtin û girtî tê darizandin, dê li Edliyeya Mêrdînê berdewam bike. (10.00 - 17.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, dê rapora sala 2019'an a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat ya binpêkirina mafên mirovan li avahiya xwe bi daxuyaniyê ji raya giştî re aşkere bike. (12.30)
* Çalakiya Kursiya ji bo Tahîr Elçî dê li pêş Edliyeya Amedê berdewam bike. (13.00)