WAN - STO’yên li Wanê, derbarê karesta aşûtê ya li navçeya Miksê pêk hat û 41 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî dan û gotin: “Bêliyaqetî, torpil û xapandina di nava pergala dewletê de, bêtedrîbî û şowa siyasî karesata heyî di roja duyemîn de mezintir kir.”
Platforma Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK) ya Wanê, Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz ên Tirk (TMMOB) ya Wanê, Odeya Bijişkan a Wan-Colemêrgê û Baroya Wanê, derbarê karesta 2 aşûtên li navçeya Miksê ya Wanê pêk hatin, 41 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî dan û 100 kes birîndar bûn de, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya KESK’ê ya Wanê hat lidarxistin.
‘BÛN SEDEM KU KARESAT MEZIN BIBE’
Berdevkê Demî û Serokê Şaxa Egîtîm Senê Bedîr Yamaç, di civîna daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Yekemîn karesata aşûtê, bûyerek xwezayî bû, lê karesata aşûtê ya duyemîn ji ber bêtedbîrî rû da. Ez tevlî xebatên lêrîn û rizgarkirina welatiyên sîvîl bûm. Di xebatê de bi tu awayî tedbîr nehatibûn girtin û xebat ji xweremere dihat kirin. Gelo çima di demê xwe de tedbîr nehatin girtin? Hemû gelê Wanê mereqa bersiva vê pirsê dike. Bêliyaqetî, torpil û xapandina di nava pergala dewletê de, bêtedrîbî û şowa siyasî karesata heyî mezintir kir.”
‘DESTHILATDARÎ Û SAZIYÊN WÊ DIBIN AŞÛTÊ DE MAN'
Yamaç di dewama axaftina xwe de wiha got: “Vê karesata aşûtê, carek din nîşanî me da ku, bêtedbîrî û bêliyaqetî rê li ber karesatên wiha vedike. Mixabin desthilatdariya siyasî û saziyên wê dibin vê aşûtê de mane.”
STO’YÊN WANÊ WÊ SIBE BIÇIN HERÊMÊ
Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Baroya Wanê, di dawiya daxuyaniyê de, ragihandin ku ewê sibe biçin herêma aşûtê û lêkolînan bikin.